Doza Nisêbînê: Muebed û 26 sal cezayê girtîgehê hate dayîn

Rûniştina dozên Nisêbînê dewam dike. Ji bo Abdulkadir Baybars muebed û 26 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.

Rûniştinên doza derbarê 17 jê zarok a 70’ê kes ku piştî sala 2016’an di dema êrîşên qirkirinê de navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatin tehliyekirin dewam dike. Di çarçoveya darezîna li 4’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Mêrdînê de, îro rûniştina doza Abdulkadir Baybars pêk hat. Baybars bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parêzerê Baybars sedem nîşan da û tevlî rûniştinê nebû. Li ser redkirina sedemê ya dadgehê ji CKM’ê parêzerek din tevlî rûniştinê bû.

PEYAMÊN XWERÊVEBERIYÊ

Baybars got: “Me xweserî xwest. Xwerêveberî mafê me ye.”

Heyeta dadgehê derbarê Baybars bi îdîaya ‘Xirakirina yekîtî û yekparebûna dewletê’ cezayê heta heta, bi îdîaya ‘biqestî kuştinê’ 16 sal, bi îdîaya ‘Bê destûr peydakirina madeyên xeternak’7 sal û 6 mehî û dîsa bi îdîaya ‘Ziyan dana malê cemaweriyê’ jî 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Li gel Abdulkadîr Baybars hejmara kesên ceza lê hatin birîn gihişte 47 kesî.