Doza Narîn Guran: Daxwaza cezayê muebbetê ji 4 kesan re hate xwestin
Di doza Narîn Guran de dozger nêrîna xwe pêşkêş kir û xwest 4 bersûc bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê cezakirin.
Di doza Narîn Guran de dozger nêrîna xwe pêşkêş kir û xwest 4 bersûc bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê cezakirin.
Di doza têkildarî kuştina Narîn Guran (8) de ku li navçeya Rezan a Amedê 21'ê Tebaxê winda bû û 8'ê Îlonê cenazeyê wê hate dîtin, dozger nêrîna xwe pêşkêş kir.
Ji parêzerên dozê Nahît Eren da zanîn ku dozger ji bo her 4 bersûcan cezayê muebbeta girankirî xwest. Eren, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Dozgerê Komarê, ji îro ve têkildarî dosyaya NARÎN’ê ya li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozgeriyê di mutalaayê de ji bo her 4 bersûcan Cezayê Muebbeta Girankirî xwest. Di 26’ê Kanûnê de ji bo bibêjin ji bo Narînê Edalet, em ê li eywana 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran bin.”