Doza Mubarek taloqî 14'ê Îlonê bû

Doza Mubarek taloqî 14'ê Îlonê bû

Doza darizandina lîderê têkbirî yê Misrê Husnu Mubarek, ji bo 14'ê Îlonê paşve hat xistin.

Doza serê sibê ya ku tevî 3 lîderên Biratiya Misliman bi giştî 29 kes tê de dihatin darizandin, ji ber sedema ewlekariyê paşve hatibû xistin. Doza ku tê de Husnu Mubarek û tevî 2 kurên wî 9 kes tên darizandin jî bi sedema "Di van şertên krîza siyasî de têkûzkirina edaletê zehmet e" ji bo 14'ê Îlonê paşve hat xistin.

Mubarek û hevalên wî, ji ber mirinên protestoyên sala 2011'an û karên ne li rê tên darizandin.