Doza Kobanê: Ev ne şahid in, xebatkarên emniyetê ne

Endama Desteya Rêveber a berê ya HDP’ê Meryem Adibellî got “Hemû şahidên eşkere û veşartî, xebatkarên emniyetê ne.”

Rûniştina 15’emîn a Doza Kobanê ya ku 21 jê girtî bi giştî 108 tê de tên darizandin, di roja 8’an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê têkirin.

Rûniştina dozê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqereyê tê kirin. Ji xeynî parlementerên HDP’ê, gelek parêzer û kes tevlî rûniştinê bûn.

Siyasetmedarên di Girtîgeha Sîncanê de li eywana rûniştina dozê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bûn.

Piştî tespîta nasnameyê, rûniştin bi beyanên Endama Desteya Rêveber  a berê ya HDP’ê Meryem Adibellî domiya. Adibellî diyar kir ku deşîfreyên SEGBÎS’ê derengî dikeve destê wan û dema vedigerin girtîgehê heta şev dixwînin û got “Ji ber vê em nikarin bi kûrahî li ser nakokiyên gotinên şahidan bisekinin.”

‘ŞAHID DEREWAN DIKIN’

Adibellî bal kişand ser îfadeyên şahidên navê wan veşarî û navê wan eşkere û got: “Îfadeyên bi nakokî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Şahidan derew li ser derewan kirin. Heyeta we jî li derewan guhdar kir. Hûn ê çawa ji nava van îftirayên li me hatine kirin derkevin?” 

Adibellî îfadeyên şahid Kerem Gokalp bi bîr xist û wiha axivî: “Ez bawer im 7 an jî 9 sal li çiyê maye. Dibêje ku li wir perwerdehiyek Marksîst-Lenînîst dîtiye. Gotibû ku ez ji li wir di komîteya perwerdehiyê de cih digirim. Lê di rûniştinê ez nas nekir. Dozger jî mîna ku ne derew be, van îdiayên pûç li mutalaya xwe zêde dike. Di destê dozger de reçeteyek heye û heman dermanî ji her kesî re dinivisîne. Şahidên navê wan eşkere û veşarî hemû xebatkarên kadroyî yên emniyetê ne. Dixwazin bi van îfadeyan HDP’ê bêqîmet bikin. Şahid dixwazin me îllegalîze bikin. Şahid Baran bi xwe got, îfade ne aydê wî ne polîsan bi xwe amade kiriye. Em carek din dibêjin, tevahiya xebatên me xebatên qanûnî û siyasî bûn. Ez berdana xwe dixwazim.”

‘DERBARÊ ME TU DELÎLEKE ŞÊNBER TUNE LÊ EM TÊN DARIZANDIN’

Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê ya berê Ayşe Yagci jî diyar kir ku derbarê wê de tu delîlek şênber nîne û xwest bê berdan. 

Piştre endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Pervîn Oduncu jî da zanîn ku heyeta dadgehê dixwaze delîlan çêbike û got “Em li ser daxwaza desthilatdariya siyasî tên darizandin û cezakirin. Lê vêya ji bîr nekin wê rojek hiqûq ji her kesî re lazim were. Em dixwazin ev bêedaletî ji holê rabe. Ez heyeta dadgehê vedixwînim ku bêalî bimîne.” 

Heyeta dadgehê navber da rûniştinê.