Doza Kobanê: Bi eşkere destwerdana siyasî heye

Di rûniştina Doza Kobanê de hat destnîşankirin ku di dozê de destwerdana siyasî heye.

Rûniştina dawî ya danişîna 41’emîn a Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.

Danişîna ku li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin, bi parastinên girtî Îsmaîl Şengul berdewam kir. Ji siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncer û Aynur Aşan tevlî danişînê bûn.

Şengul da zanîn ku di dema êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê de ew çûye Pirsûsê û diyar kir ku ev yek ji aliyê dadgehê ve bûye mijara sûcdarkirinê û got, “Di vê dosyayê de bi awayekî eşkere destwerdana siyasî hatiye kirin.”

Şengul got ku endamtiya MYK’ê ya HDP’ê ne sûc e û xebatên siyasî yên HDP’ê bi temamî qanûnî ne.

Piştî axaftinên Şengul, parêzera wê Senem Doganoglu axivî. Doganoglu got ku ew beriya têgîna “Doza Kumpasê” ku têkîldarî dozê tê bikaranîn, têgîna “çêkirî” bir kar aniye û mutalla bi têgîna çêkirî re li hev tê.

Heta 20’ê Mijdarê navber dan danişînê.