Doza Kobanê: 16 siyasetmedarên girtî tevlî rûniştinê nebûn

Ji siyasetmedarên girtî 16 kes tevlî rûniştina biryardanê ya Doza Kobanê nebûn.

DOZA KOBANÊ

Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin, dest pê kir. Kursiyên ku li eywana danişînê ji parêzeran re hatin veqetandin bi temamî tejî bûn.

Piştî tespîta nasnameyan evraqên li dosyayê hatin zêdekirin hatin xwendin. Girtiyên siyasî Alp Altinors û Îsmaîl Şengul tev li danişînê bûn. Alî Urkut, Gunay Kûbîlay, Nazmî Gur, Bulent Parmaksiz, Sebahat Tûncel, Zeynep Karaman, Zeynep Olbeci, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Pervîn Odûncû, Meryem Adibellî, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş tev li danişînê nebûn.

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a ewilî axivî, bal kişand ku di pêvajoya darizandinê de pêvajoyeke bêhiqûqî bi pêş ketiye û got: “Ji destpêka darizandinê ve hemû rêgezên darizandina ceza tune hatine hesibandin. Dadgehê di hemû astan de helwesteke redkar nîşan daye. Bi sînorkirina parastinan re em bûn şahidê rêze binpêkirinên giran. Encax bi darizandineke adilane dikare bigihin rastiya madî. Mafê parastinê mafê mirovî ye û di hiqûqa netewî û navnetewî de jî mafekî ku hatiye ewlekirin e.”