Doza ‘heqaret li dozger kiriye’ a derbarê Demîrtaş taloq bû
Ji ber gotinên Hevserokê Berê yê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê ji bo Dozgerê Tirk Yuksel Koçaman kirî, doz lê hate vekirin. Dozger daxwaza cezakirina Demîrtaş kir.
Ji ber gotinên Hevserokê Berê yê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê ji bo Dozgerê Tirk Yuksel Koçaman kirî, doz lê hate vekirin. Dozger daxwaza cezakirina Demîrtaş kir.
Danişîna doza ku bi hinceta “heqaret” li Serozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman kiriye û “tehdîtkirina kesên ku di têkoşîna li dijî terore de cih girtine” li Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin, li 25’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Demîrtaş, li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parastina xwe kir.
Piştî Demîrtaş parêzerên wî Ramazan Demîr û Aydin Erdogan jî parastina muwekîlê xwe kirin. Demîr û Erdogan, bertek nîşanî dozvekirina ku ji ber parastinê li muwekîlê wan hatiye vekirin dan û destnîşan kirin ku doz vekirin mudaxaleya mafê parastinê yê muwekîlê wan e. Her du parêzeran, bal kişandin ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya di derbarê muwekîlê xwe de û daxwaza berdana Demîrtaş kirin.
Piştî parastina parêzeran dozger mutalaaya xwe eşkera kir. Di mutalaayê de dozger Demîrtaş weke têkildarê PKK/KCK’ê nîşan da û ji sûcdariyên “heqaret” û “tehdîtê” jê re ceza xwest. Demîrtaş bertek nîşanî têkildarbûna xwe ya bi PKK/KCK’ê ya ji aliye dozger ve da û diyar kir ku wê giliya dozger bike.
Parêzer Demîr jî bertek nîşanî mutalaaya dozger da û diyar kir ku darizandina muwekîlê wan didome û tu girêdaneke wî ya bi rêxistinan re tuneye û got ku wê hesab ji dozger bipirsin. Ji ber vê bertekê serokê dadgehê gotinên Demîr birî û gefa “derxistina ji eywana danişînê” lê xwar. Dozger jî ku bi parêzeran re nîqaş kir got, ‘Belê ez we guhdar dikim’.
Piştî van nîqaşan heyeta dadgehê, di derbarê Demîrtaş de doznameyên wî yên ku darizandinên wan li 19’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê û 22’’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê didomin xwest. Her wiha heyetê biryar da ku di danişîneke din de Demîrtaş li eywana danişînê bê amadekirin û danişînê taloqî 9’ê nîsanê kir.