Doza girtina KURDÎ-DER’a Êlihê hate taloqkirin
Doza girtina KURDÎ-DER’a Êlihê hate taloqkirin
Doza girtina KURDÎ-DER’a Êlihê hate taloqkirin
Rûniştina yekemîn a doza Şaxa Komela Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman Kurdî (KURDÎ-DER) ya Êlihê li 2'emîn Dadgeha Asliye ya Ceza yê hate dîtin û doz li ser daxwaza heyeta dadgehê taloqî 19’ê sibatê hate kirin.
Rûniştina yekemîn a doza Şaxa Komela Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman Kurdî (KURDÎ-DER) ya Êlihê li 2'emîn Dadgeha Asliye ya Ceza yê hate dîtin. Ji bo piştgiriya rûniştina dozê rêveberên KURDÎ-DER, Serokê Şaxa MAZLUM-DER’ê ya Êlihê Hasan Argunaga, Serokê DA-DER’ê Mele Îzetîn Ege û gelek kesan destek dan dozê. Piştî navber dayîna nîvro ya Edliyê rûniştina dozê pêk hat û bi tenê parêzerê KURDÎ-DER’ê Eyup Şahîn ketê salona dadgehê. Beriya parastina parezêr a dozê heyeta dadgehê parastina nivîskî daxwaz kir û bi hînceta “Ji bo ku di dawenamê de ger ku îddîayên delîl ên şênber hebin bila wan delîlan li dosye yê zêde bikin, ji emniyetê belge xwestiye” dozê taloqî 19’ê sibata 2014’an hate kirin
Piştî rûniştina dozê di derketina Edliyê de heyeta ji bo piştgiriya KURDÎ-DER’ê hate pêşberî edliyê û daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerê KURDÎ-DER’ê Eyup Şahîn, bertek li hember biryarê da û diyar kir ku ev doza girtinê ya li hember KURDÎ-DER û komelên din hatiye vekirin li hember pêvajoya aşîtiyê darbeyek ber biçav e. Şahîn, da zanîn ku wek ku dosye yê de tê xuyan tu îdîayên hatine vegotin şahidiyê nake û got ku heyeta dadgehê jî bi şeklek vekirî dît ku îdayên di hûndirê dosye yê de tu şahid mevcut nake. Şahîn, bi bîr xist ku li Wanê jî li gelek komelan heman doz hatiye vekirin û daxwaz kir ku doza van komelan jî wek ên Wanê bi biryara beratê bi dawî bibe.
‘BILA KOMELA ME DI ENCAMA DIJ HIQÛQÎ DE NEYÊ GIRTIN’
Piştî Şahîn, Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Êlihê Şehmus Aslan jî anî ziman ku ev doza li komela wan hatiye vekirin tu hiqûqek bingehîn tune ye û got ku kesên doz vekirine dibînin ku ev îddîayên wan şaşin lê dîsa doz vekirine. Aslan, daxwaz kir ku bila komela wan di encama pêkanînek bê hiqûqê de bila neyê girtin û got ku ew hêvî dikin dê heyeta dadgehê beriya demek kin ji şaşîtiyê xwe vegerin.