Doza Gezî ya ESP’ê: Ya li vir tê darizandin îsyana gelekî ye
Doza Gezî ya ESP’ê: Ya li vir tê darizandin îsyana gelekî ye
Doza Gezî ya ESP’ê: Ya li vir tê darizandin îsyana gelekî ye
Yekemîn rûniştina Doza Gezî ya ESP’ê ku 81 endam û rêveberên ESP û HDP’ê têde tên darizandin, Li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Stenbolê îro destpê kir.
Rûniştin ji ber cih hê firehtir e li salona Dadgeha Esliye Ceza ya 13. pêk hat. Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy, malbat û nûnerên saziyan jî ku dozê dişopînin destpêkê Serokê bajêr Çîçek Otlu li ser navê 81 bersûcan parastina hevpar kir.
Otlu berxwedêrên ku di raperîna Gezî de bêmirin bûn, bi bîr anî got, "Ya li vir tê xwestin ku bê darizandin îsyana gelekî ye.”
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê Çîçek Otlu di dewama axaftina xwe de got, “Aşkera ye tu eleqeya van îdîayên der heqê me de bi normên hiqûqa objektîf, rastî û feraseta darizandina adil re nîne."
Piştî parastina Otlu navbera nîvro hat dayîn.
DI NAVBERÊ DE DAXUYANÎ
Piştî navbera nîvro hat dayîn, li ber Edliyeya Çaglayan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Sebahat Tuncel û Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr Şamîl Altan jî amade bûn.