Doza endamê DAIŞ'ê ya li Elmanya dewam dike
Doza endamê DAIŞ'ê ya li Elmanya dewam dike
Doza endamê DAIŞ'ê ya li Elmanya dewam dike
Yekemîn darizandina selefiyê çû Sûriyeyê û piştî vegeriya Elmanyayê lê doz hat vekirin, dewam dike. Di doza li Frankfurtê de, her çend vî endamê berê yê DAIŞ'ê got ku ew poşman bûye jî, balkêş e der heqê çeteyan de ti agahiyan nade.
Kreşnîk B. ê li Dadgeha Bilind a Eyaletê tê darizandin, di hefteyên bihurî de bi rêya parêzerê xwe nameyek nivîsand û îdîa kiribû ku ji ber tevlî DAIŞ'ê bûye ew poşman e. Der heqê Kreşnîk B. de 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Kreşnîk B. di rûştina duh de, balkêş e ku gotinên berevajî nameya xwe bilêv kir.
Kreşnîk B. di îfadeya xwe de anî ziman ku xeyal wî ya yekane 'şehîdketine' û tê gotin ku der heqê çûyîna xwe ya Sûrieyyê û jiyana xwe ya li nav DAIŞ'ê de agahiyên têrker nedaye. Vî endamê DAIŞ'ê, der barê rêxistinbûyîna li Elmanyayê û kesên dibin Sûriyeyê de agahî neda û îdîa kir ku li Stenbolê jî bi rêya 'kesên nas nake" bi otobusê çûye Sûriyeyê.
Kreşnîk B. ku di dema mayîna li Sûriyeyê de perwerdeya bikaranîna çekan dît, îdîa kir ku di şer de ew bi giranî li eniyên paş bû. Çeteyê DAIŞ'ê anî ziman ku di nava çeteyan de bi giranî fermandarên Ereb û Çeçen hene û diyar kir ku ji yên Ewropayê tên mafê axaftinê nayê dayîn. Endamê çete di îfadeyên xwe yên beriya niha de gotibû ku ji ber pevçûnên navbera DAIŞ û rêxistinên din ên Îslamî yên radîkal, ew ji nav çeteyan veqetiya ye.
Kreşnîk B. der barê berpirsyarên di nav DAIŞ'ê de agahî neda û tê payîn ku eger li sûcê xwe mukur bê û der barê çeteyan de agahiyan bide, herî zêde wê 4 salan ceza bixwe. Di çarçoveya doza endamê berê yê DAIŞ'ê de wê îro îfadeya xwişka wî bê girtin.