Doza Demîrtaş taloqî 24'ê Mijdarê kirin
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku kelepçe qebûl nekir ew nebirin rûniştina dozê. Doza Demîrtaş taloqî 24’ê Mijdarê kirin.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku kelepçe qebûl nekir ew nebirin rûniştina dozê. Doza Demîrtaş taloqî 24’ê Mijdarê kirin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji bo ku qebûl nekir ku destê kelepçekirî biçe dadgehê, ew nebirin dadgehê, parêzerên Demîraş li dijî vê kirinê ji doze vekişiyan û doz taloqî 24’ê Mijdarê hate kirin.
Piştî ku parêzerên Demîrtaş hêwana dadgehê terikandin, şandeya dadgehê biryar da ku muzakereyê binivîse ku Demîrtaş di rûniştina din de bi SEGBÎS’ê hazir be.
Şandeya Dadgehê biryar da ji Zanîngeha Enqere, Gazî, Hacettepe, Bîlkent, Başken, Ufuk û Atilimê, ji fakulteyên hiqûqê kesên serwextî mijarê ji bo dosyayê werin tayînkirin.