Doza Demîrtaş hate taloqkirin

Rûniştina doza ku Selahattîn Demîrtaş jê negirtî dihate darizandin hate taloq kirin.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dema ku Hevserokê Giştî yê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (DBP) ku hatibû girtin, di sala 2013’an de li avahiya BDP’ê ya Şirnexê beşdarî çalakiyekê bûbû doz hatibû vekirin. Rûniştina dzê li 44’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê pêk hat.

Di îdîanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû amade kirin de Demîrtaş bi sûcê “Muxalefeta qaûnana hejmara 2911” tê sûcdarkirin.

‘NAXWAZIM BI SEGBÎSÊ ÎFADE BIDIM’

Parêzerê Demîrtaş Kenan Maçoglû beşdarî dozê bû. Maçoglû diyar kir ku Demîrtaş naxwaze bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibe û li salonê rû bi rû bersiva îdîayan bide. Maçoglû diyar kir ku Demîrtaş ji doza giştî dihate darizandin hatiye berdan û ji ber ji dosyeya cezayê hikim lê hatiye birîn serlêdana hebsitiyê kirine û got li bendê ne Demîrtaş di demeke kurt de were berdan.

Heyeta Dadgehê doz taloqî 30’ê Îlonê kir.