Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş biryar da. Parêzerên Demîrtaş, bi hinceta ku mafê kesayetî û azadiya muwekîlê wan hatiye binpêkirin, serî li AYM'ê dabûn.
AYM'ê jî serlêdanên 24'ê Mijdara 2017'an, 29'ê Gulana 2018'an, 27'ê Mijdara 2018'an û 11'ê Kanûna 2018'an bi rengekî giştî nirxand.
Dadgehê di biryara xwe de cih da biryarên li ser pêvajoya darizandin û girtina Demîrtaş, her wiha biryara yekkirina dosyayê û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
BI 50 HEZAR TL'Î TAZMÎNAT LI WEZARETÊ HATE BIRÎN
AYM'ê biryar da ku di girtina Demîrtaş de xala 19'an a Destûra Bingehîn hatiyue binpêkirin û biryar da ku Wezareta Edaletê 50 hezar TL tazmînatê bide Demîrtaş. Biryar wê ji 19'emîn Dadgeha Ceza ya Giran û Wezareta Edaletê re jî bê şandin.
Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman li ser tevna civakî daxuyaniyek da û xwest dawî li girtîmayina Demîrtaş bê anîn.