Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan guhertina destûra bingehîn a li ser 'rakirina destnedanan' erê kir, pêvajoya darizandinê destpê kir.
Di çarçoveya darbeya Qesrê ya li dijî siyaseta demokratîkk de, beşek ji dosyayên li Serokatiya meclîsê, Wezareta Edaletê û Komîsyona Têkel a Destûra Bingehîn a Meclîsê ne, ji dozgeriyan re hatin şandin.
Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, piştî erekirina qanûna destnedanê diyar kir, pêşî li darizandina 152 parlamenteran vebûye.
Bozdag ragihand, duh 117 dosya ji dozgeriyan re hatine şandin.