Dosya Dînk li dadgehê ye
Dosya Dînk li dadgehê ye
Dosya Dînk li dadgehê ye
Dosya doza kuştina Hrant Dînk, ku ji aliyê 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat xerakirin, gihaşt dadgehê.
9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, doza kuştina Hrant Dînk a 15'ê Gulanê, bi hinceta ku rêxistina bersûc tê de cih digirin ne"rêxistina terorê" lê "rêxistina bi armanca sûc hatiye avakirin" e xera kiribû, dosya dozê jinûve şand ji dadgehê re. Tê payîn 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê jî ji bo jinûve darizandinê, wê di rojên pêş de dema rûniştina dozê eşkere bike.