Dostên Rojava yên li Bakurê Amerîkayê: Em şoreşa jinan a li Rojava slav dikin

Tora Hevgirtina Dostên Rojava ya Bakurê Amerîkayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinên li nava Şoreşa Rojava slav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin tevgera azadiya Kurd pêşengiyê ji tevgereke feminîst a dinyayê ya herî mezin, bandorker û bestdar re dike û hate gotin, ‘’Weke ku em li DYA, Rûsya, Tirkiye û herêmên di jêr kontrola DAIŞ’ê de dibînin li çar alî tundî û desthilatdariya zilam-serweriyê zêde dibe lê serketina tevgerên jin ên li Bakurê Sûriyê li dijî vê trendê disekine.

Tevgera femînîst a Bakurê Sûriyê ramanên xwe yên bi armanca dawîlêanîna serweriya zilêm, li gel astengiyên mezin jî pratîze dike. Em weke dostên Rojava, oryantalîzma zayendîparêz ku tenê zilamên Rojavayî weke pêşengê guherînê yê global û pêşverû dibînin û an jî xurtbûna femînîzmê û jinan weke amûrên emperyalîzma rojavayî dibînin red dikin. Em pir kêfxweş in ku hevgirtina xwe ya bi tevgera rizgariyê ya global re didomînin, ku xwîşkên me yên femînîst ên li Sûriyê pêşengiya vê dikin.

Çapemeniya rojava pir di bin bandora 10 hezar şervanên di bin banê YPJ’ê de ma, ku di şerê dijî DAIŞ’ê de li eniya pêş şer dikin û her wiha pir di bin bandora jinên Êzîdî de ma, ku bi pêşengiya hêzên Kurd ji koledariya seksê ya DAIŞ’ê hatin xilas kirin û hêzeke milîs ava kirin. Lê van nûçegihan û şîrovekaran an jinedîtî ve hatin ku ev jin ji bo çi şer dikin an jî motîvasyona wan weke ‘’tolhildana jinên ku hatine kêmkirin’ hate nîşandan û çalakiya wan a şoreşgerî li paş hiştin. Em li ber wêrekiya derasayî û fedakariya mezin a hevrêyên xwe ku ji bo şoreşê biparêzin rahiştine çekan bi hurmet bejna xwe ditewînin. Jinên li Rojava wêdetîrî çekhilgirtinê di hêla îdeolojîk, psîkolojîk û fizîkî de jî stratejiya ‘xweparastinê’ pêk tînin. Civaka ji jin û mêran pêk hatî, ji bo ku jinan ji avanî û hînbûnên ku xwe disperin zext û mêtingeriyê xilas bikin bi hev re têdikoşin. Civak ber bi civakeke wiha ve diçe ku xwe dispêrê tevlêbûyin, wekhevî û hurmetdayina du alî û jiyaneke camewerî û taybet. Em hay jê hene ku ev pêvajoyeke domdar, tevlîhev e û divê were destekkirin û destkeftiyên hetanî niha pîroz dikin.’

‘ŞOREŞA ROJAVA SÎSTEMEKE WIHA AVA DIKE KU XWE DISPÊRÊ XWERÊVEBERIYA XWESER’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa Rojava ji bo ku civak bi temamî azad bibe xwedîbûna hêza siyasî ya jinan xistiye navendê û bi berdewamî wiha tê gotin: ‘’Bi vî rengî gelên Rojava sîstemeke wiha ava dikin ku xwe dispêrê xwerêveberiya xweser. Konseyên jinan mijarên têkildarên jinan kontrol dikin û dikarin hemû biryarên rêveberiyê veto bikin. Hemû pozîsyonên lîdertiyê di navbera jin û mêr de têne parvekirin û di hemû avaniyên konsey û tevgere de divê bi kêmanî sedî 40 jin hebin. Komîteyên parastina jinê têkildarî zewaca zarokan û tundiya nav malê yasayên nû derdixînin. Sîstema dadmendiyê vediguherê komîteyên lihevkirinê ku komîteyên jinan ên ku li dozên tundiya li jinê dinerin jî di nav xwe de vedihewîne. Jin, ji bilî hêza siyasî, bi pêşengiya jinê bi avakirina koooperatîfan dibe xweyî hêza aborî jî. Bihêzbûna jinê li hemû qadên jiyanê xwe nîşan dide.

Rojava li gel gefên kujer yên  DAIŞ’ê, Esad û hevalbendê wan ên ku bi dijminatiya jinê navdar bûne, her wiha rastî li êrîşên rojane yên dewleta Tirk a faşîst jî tê. Jinên şoreşger ên Tirkiyê jî ji bo jiyana xwe, ked û azadiya kontrolkirina çanda kolektîf têdikoşin. Her roj nûçegihanên jin û lîderên siyasî têne girtin û êşkence li wan tê kirin. Bedenên aktîvîstên jin ji hêla artêşê ve têne tazîkirin û li kuçeyan nîşan didin, bi dehan jê di jêrzemînan de têne kuştin, rayedarên jin ên hilbijartî ji peywirê têne girtin û li şûna wan zilam têne danîn. Li başûrê Tirkiyê, li bajarên Kurd ku jin lê bihêz bûne têne dorpêçkirin û ji hêla leşkeran ve têne kontrolkirin. Tirkiye ku hevalbendê NATO’yê ye mafên mirovan binpê dike, DYA û Ewropa ku di qada global de ji bo wekheviya jinê têdikoşe dengê xwe dernaxîne û ev jî me bêhteng dike.

Em jinên Rojavayî slav dikin ku di vê serdema tarî ya mafê jinan û azadiya jinan de têdikoşin. Jinên Rojavayî nîşanî me hemûyan didin ku dinyaya me dikare çawa bibe. Dinyayeke ku xwe dispêrê wekhevî û hurmetdayinê, dinyayeke ku zexta zayendî, tecawîz, tundiya navmalê lê nîn e û maf lê nayên binpêkirin, dinyayeke wiha ku avaniyên genî yên zilam-serweriyê bi şoreşa jinê têne rûxandin. Ji bo vê siberojê û dinyaya nû em li gel xwîşkên me yên Rojava û xwîşkên xwe yên din ên dinyayê em bi can û rih xwe didin têkoşînê. Em hêvî dikin ku ronkahiya azadiyê li vir bigihije me jî.’’