Dorpêçiya li Liceyê dewam dike
Li Liceyê di roja 4. a rewşa awarte de, pêkanînên kêfî yên polîsan dewam dikin.
Li Liceyê di roja 4. a rewşa awarte de, pêkanînên kêfî yên polîsan dewam dikin.
Li Liceyê di roja 4. a rewşa awarte de, pêkanînên kêfî yên polîsan dewam dikin. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî li navçeyê digerin, ji firin û dermanfiroşan re gotin ku dikanên xwe vekin û qedexe bi dawî bûye.
Li aliyê din, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Mûrat Atagun, Endamê Meclîsa Şaredariya Liceyê Mehmethan Gulen, Halîse Balkaş, Bîlal Demîrbaş, Necat Demîrbaş, Fûat Solmaz, Ganî Yildirim, Mûharrem Engîn û kesê paşnavê wî nehat zanîn ê bi navê Vehbî jî di nav de 18 kesên tevlî çalakiya mertalên zindî ya li "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" bûn û piştî duh danê sibehê hatin binçavkirin agahî ji wan nehat girtin, hat ragihandin ku duh bi şev anîne Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.