Dorpêçiya Etmanekê rastî nerazîbûna gundiyan hat
Dorpêçiya Etmanekê rastî nerazîbûna gundiyan hat
Dorpêçiya Etmanekê rastî nerazîbûna gundiyan hat
Gundê Etmanekê ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê lê nobeda berxwedanê dihat girtin, lê belê piştre weke "herêma qedexe" hat ragihandin, di bin dorpêçiya leşkeran de ye. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê dorpêçiyê dan û xwestin tavilê dest ji vê pêkanînê bê berdan.
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, yek ji cihê ku destpêkê lê nobeda berxwedanê hat girtin gundê Etmanekê bû, lê hînê di bin dorpêçiya leşkeran de ye. Li dû êrîşa leşkeran a li hemberî nobeda berxwedanê, leşker li gundê ku weke "herêma qedexe" hat ragihandin, bicih bûn. Gundiyên ku ji vê dorpêçiya bi rojane dewam dike aciz in, nerazîbûn nîşan dan û xwestin bi lezgînî dawî li dorpêçiyê bê anîn.
Ciwanê 20 salî yê bi navê Mahmût Demîr da xuyakirin ku leşker, ev du hefte ne wan aciz dikin û destnîşan kir ku ev dorpêçî ji bo pêşîgirtina li berxwedana Kobanê ye. Demîr ragihand ku leşker hişyariyê didin wan ku êvarê li nava gund negerin û nasnameyên wan kontrol dikin. Demîr diyar kir ku ew êdî li nava xaniyê xwe jî dilrehet nînin û xwest tavilê dawî li vê pêkanînê bê anîn. Demîr got, "Carna tên pêşiya malên me. Ji tirsa wan em nikarin derkevin derve. Jin û zarok gelekî bi tirs in, tevî ku gelek caran me hişyar kirin jî bi vî rengî tevdigerin."
Gundiyê bi navê Omer Ceylan jî da xuyakirin ku gundê wan hatiye dagirkirin û hemû qadên jiyanê yên wan, hatine desteserkirin. Ceylan diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û anî ziman ku ji bo pêşî li nobeda berxwedanê were girtin, ev zext li wan tê kirin. Ceylan ji rayedaran xwest, ku dawî li dorpêçiyê bînin.