ANALÎZ

Dora şerê navxweyî yê Îran û Şoreşa Rojhilat e?

"Her çi qasî şerê li Sûriyê weke ku ber bi dawiyê ve diçe, ber bi çareserbûnê ve diçe xuya bike jî pê re pê re, bi şerê Sûriyê re têkildar, weke xelekek ji dîzaynkirina Rojhilata Navîn şerê dijî Îranê jî xwe li ber deriyê dîrokê nîşan dide."

Têkiliyên di navbera dewletan de li ser zemîna ekonomî-polîtîk  diyar dibin. Heke ekonomî-polîtîkaya dewletên ji hev cihê ne di berjewendiya dewletên têkildar de bin, ji bo dewletên di nav têkiliyê de ne sûdewar bin, heke di têkiliyên dewletan de dewletek jê xurt bibe û yek jê qels bibe wê demê têkiliyên di navbera van dewletan de dibine xwedî rengekî dijminatiyê. Ango zemîna maddî û sereke ya başî û nebaşiya têkiliya di navbera dewletê cihê de ekonomî-polîtîk e. Di ser başbûn û nebaşbûna van têkiliyan de, dewlet bi amûrên xwe yên îdeolojîk ên dewletê li dijî hev rengekî dî didine civakan, civakan li hev sor dikin û rewşa dawî de bi amûrên xwe yên dewletê bixwe jî dewlet bi rengê şer têne pêşberî hev. Ji ber ku pergala kapîtalîst pergaleke navdewletî ye û bêyî vê pergala navdewletî hebûna pergala kapîtalîst nikare rojekê jî xwe bidomîne, karekterê vê pergalê jî li gorî têkiliyên dewletên di nav vê pergalê de rengê xwe digihurîne. An jî em wiha bibêjin; têkiliyên ekonomî-polîtîk ên di navbera dewletan de karekterê sîstema giştî bixwe  jî diyar dike.

Dema ku em di nav vê çarçoweyê de li rewşa Kurdistanê ya vê sed sala dawî binerin, em dikarin bibêjin ku hetanî beriya şerê navxweyî yê Sûriyê û Şoreşa Rojava dest pê bike jî, têkiliyên ekonomî-polîtîk ên çar dewletên dagirkerên Kurdistanê di berjewendiya van dewletên dagirker de bûn û bi lihevkirina berjewendiya di navbera van dewletan de statûkoya dagirkeriya li Kurdistanê dihate mîsogerkirin, domdarkirin, zexmtirkirin. Helbet li pişt van têkiliyên dewletên dagirker ên Kurdistanê piştgirî û berjewendiya dewletên mezin ên kapîtalîst jî hebûn û bêyî piştgiriya wan statûkoya Kurdistanê ya dagirbûyî zêdetir nikarîbû dom bikira. Jixwe hêzên sereke yên ku Kurdistan di navbera 4 dewletan de dabeş kirin ev dewletên bihêz bûn ku mirov dikare wan weke pêşengên sîstema kapîtalîst diyar bike. Hem bi hevgirtina van çar dewletên dagirker, hem bi piştevaniya dewletokên Rojhilata Navîn ên Ereb û hem jî bi piştevaniya dewletên Ewropa û Emrîkayê Kurdistan 100 salekê dagirkirî ma. Ne tenê dagirkirî ma lê her wiha hem karesetên mezin bi destê van dewletên dagirker û piştevanê wan bi Kurdan dane jiyîn, hem çand, ziman, dîroka wan tine hate hesibandin, hate xwestin civakîbûyina Kurdan bi tûmî ji qada dîrokê rakin.

Bi şerê navxweyî yê Sûriyê û Şoreşa Rojava re êdî têkiliyên ekonomî-polîtîk ên dewletên dagirker ên Kurdistanê guherîn. Êdî di heman demê de berjewendiyan van dewletan bi hev re ne pêkan bû. Serkeftina dewletinan ji van weke encam rasterast dibû têkçûna dewletinan ji van. Mînak piştî şerê naxweyî yê Sûrî û Şoreşa Rojava, her çendî bixwestana jî ne pêkan bû ku hem Sûrî, hem Îran, hem Tirkiye û Iraq bi hev re jê serkeftî derbikevin. Ji bo ku Tirkiye bi ser biketa diviya Sûrî-Îran-Iraq têk biçûya; her wiha ji bo ku Sûrî-Îran-Iraq bi ser biketa diviya Tirkiye têk biçûya. Her çendî van dewletan  li ser zemîna bêstatûhiştina Kurdan xwestin li hev bikin jî êdî lihevkirina wan ne pêkan bû. Ji ber ku êdî berjewendiyên wan ên ekonomî-polîtîk li hev nedikirin. Hewldanên wan ên lihevkirinê yên li ser bêstatûhiştina Kurdan jî tenê dikarîbû bi xwe re têkiliyên taktîkî, hevxapandinê, demkurt bianiye û ne pêkan bû ev têkilî êdî veguherîna têkiliyên stratejîk ên ku ji wan hemûyan re sûdewar bin.
Di rastiyê de her çendî plansazê şerê Sûriyê DYE jî bû li qadê hêzên ku şer dikirin şerê Tirk-Siûd-Katar ê bi rengê Sinnî û Îran a Şiî bû. Ango şerê li Sûrê ji hêlekê ve şerê nîjatperestiya Tirk, Ereb û Fars û li hêla dî jî şerê mezhebên Şîî û Sinnî bû. Nîjatperestiya Tirk a sinnî li hêlekê dixwest hegemonya xwe li Rojhilata Navîn serwer bike, li hêlekê nîjatperestiya Ereb-Sinnî û li hêla dî jî nîjatperestiya Fars-Şiî dixwest hegemonyaya xwe li Rojhilata Navîn serwer bike. Nîjatperestiya Fars-Şîî xwe dispart hêza maddî ya Rûs-Çîn û nîjatperestiya Tirk-Ereb a Sinnî xwe disparte hêzên Emrîka û Ewropayê. Lê piştî berxwedana Kobanê Emrîka-Ewropa neçar man ku piştevaniya xwe ya ji Tirk-Ereb a Sinnî vekişîne. Hêzên sereke yên dinyayê ji bo ku bigihijin armancên xwe ev hêz bi hev didane şerkirin. Van hêzan jî, di serî de Îran-Tirk-Sûriye ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin, xurtir bikin li Sûriyê şerê hev dikirin. Tirk bi xewn û xeyala vejandina Osmanî ketibûn, hem dixwestin serweriya xwe li Sûri, Iraq, Îranê  û hem jî tevahiya Rojhilata Navîn ava bikin. Di vê xewnê de jî baweriya xwe bi hêzên terorîst ên weke DAIŞ, Nusra, Ahrar Şam û ‘OSO’ û hwd. dianîn. Dema ku DAIŞ’ê kete Mûsilê, Şengalê û berê xwe da Kerkûk, Hewlêrê şûr simbêlê Tirkan nedibirî. Lê berxwedana ’12 siwariyan’ a li Şengalê û berxwedana efsanewî ya li Kobanê ev kêf li xewnên Osmaniyên nû şikand. Şengal û Kobanê kir ku lîstik ji nû ve were sazkirin û Emrîka-Ewropa desteka xwe ji Tirk-Siûd-Katarê vekişînin. Bi vê re jî, di Sûriyê de yê têkçûyî polîtîkayên Tirk bûn, ango berjewendiya Tirkan di Sûrî de têk çûn. Îran-Esad, Iraq bi ser ketin. Lê di rastiyê de tekane serketiyên vî şerî Kurd bûn.

Şerê navxweyî yê Sûriyê û Şoreşa Rojava di têkiliyên van dewletên dagirker de rewşeke nû bi xwe re anîn, ku her çendî hê jî ev dewlet li statûkoya berê vegerin jî ev êdî ne pêkan e û weke ku pêşiyan gotî, ‘’Ew war e lê ne ew bihar e’’ Ango êdî ‘’bihar’a dagirkerên Kurdistanê ya ku xwe li ser zivistana Kurdistanê ava kiribûn diqede û bihara rasteqîn a Kurdan dest pê dike ku ev bihara Kurdan xwe nasiprêrê zivistaneke civakeke dî ya etnîk an jî baweriyê lê beravajî vê jî xwedispêrê jiyana hevpar a li ser azadî, wekhevî, dadmendiyê û rêveberiya demokratîk ku di xwe de mafên hemû beşên cihê yên civakî, zayendî, pîşeyî mîsoger dike.

Her çi qasî şerê ku li Sûriyê dest pê kirî weke ku ber bi dawiyê ve diçe, ber bi çareserbûnê ve diçe xuya bike jî pê re pê re, bi şerê Sûriyê re têkildar, weke xelekek ji dîzaynkirina Rojhilata Navîn şerê dijî Îranê jî xwe li ber deriyê dîrokê nîşan dide. Di nivîsa xwe ya bihurî de, ya bi navê, ‘’Dibe ku şerê Sûriyê bibe agirê Rojhilat Navîn’ (1) me amaje pê kiribû ku li dijî Îranê dibe bloka Ereb-Tirk Sinnî tê avakirin bi pêşengiya DYE’yê û me li ser dibêtiyan wiha gotibû: ‘’  Di şerekî pêkan ê sunnî û şîiyan de rewşa Rojhilat jî bi girîngî bikeve rojevê. Pozîsyona PDK’ê ya di rewşeke wiha ya pêkan de dê çewa be ne diyar e. Lê li gorî pratîka salên dawîn ew jî lêvekar e ku di bloka Siûdî, Qatar û Tirkiyeyê (?) de cih bigire. Heke Amerîka ji Îranê bixwaze ku destê xwe ji Sûriyeyê vekişîne û Rûsya pişta xwe bide Îranê û Îran ji ya xwe neyê xwarê, li Rojhilata Navîn lîstika şer dê ji nû ve dest pê bike. Ji niha ve em nizanin ka Rûsya dê pişta xwe bide Îranê û Îran dê li ber xwe bide yan na. Lê tişta teqez ev e; Trump gefê li Îranê dixwe û dixwaze bi Siûdiyê re li Sûriyê “herêma ewle” ava bike. Tirkiye di vê mijarê de ji ber ku nizane dê Trump helwesteke çawa nîşan bide qet naaxive û xwe ker dike. Di bin de li Sûriyeyê ji hêlekê ve şerê Tirkiyê û Îranê jî bû. Ango di derfeteke wiha de Tirkiye çawa li dijî Esad bi carekê re bû dijmin, li dijî Îranê jî dikare bibe xwedî helwesteke pir tund. Bi kurtasî em vê bibêjin; di rewşeke wiha de ku her kes li bendê ye agirê Sûriyeyê bitemire, dibe ku agirê Sûriyeyê agir bera hemû Rojhilata Navîn bide.’’
Piştî vê nivîsê Serokê CIA’yê hate Tirkî, hemû reyedarên giregir ên Tirk çûne Siûdî, li wir gef li Îranê xwarin. Îranê gef li Tirkî xwarin. Piştî ku rayedarên Tirk ji Siûdî vegeriyan, Wezîrê Berevaniyê hate Tirkiyê. Ev heftiyeke li herêmeke Îranê tevlîhevî heye. Îran dixwaze biçe Siûdî. Israîl dibêje Îran talokeye herî mezin e. Wezîrê Karê Derve yê Tirk got Îran destekê dide terorîstan û Sûrî, Iraqê parçe dike...

Ango tişta berçav ew e ku nakokiyên di navbera dewletên dagirker ên Kurdistanê de her ku diçe kûrtir û gitantir dibin û statûya li ser Kurdistanê ya bêstatûhiştinê êdî difeşkile. Êdî ji hêla ekonomî-polîtîk ve ne pêkan e ku berjewendiyên dagirkerên Kurdistanê li hev bikin û dagirkeriya xwe bidomînin. Ji nav vê dagikeriya feşkilî gav bi gav Kurdisteneke azad şîn tê. Niha jî Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê, weke ya Rojava, weke diyardeyeke dîrokî ya nêz ji asoya dîrokê dîq dike û çavan dişkîne ji me re!