Doktorek Fransî yê li Kobanê: Kurd ne xema kesî ye!

Doktorek Fransî yê li Kobanê: Kurd ne xema kesî ye!

Doktorê Fransiz  Jacques Bêrês ê ji wezîfeyeke însanî li derdora Kobanê ye diyar kir ku  berdêlên wiha yên însanî mezin in got, "Û mixabin Kurd ne di xema kesî de ne".

Cerrahê Fransiz Jacques Bêrês ê ji radyoya France Înfo re axivî wiha got, "Ez li vir karê xwe dikim, mirovan derman dikim. DAIŞ jî karê leşkeran e."

Doktor anî ziman ku li herêma Kobanê wezîfeya însanî dike û her kes wî wek "bêhiş" dibîne.

Doktorê Fransî yê hevdamezrînerê Doktorên Sînornenas û Doktorên Cîhanê ye, anî ziman ku ew hefteyek zêdetir e li herêma sînor e.

Jacques Bêrês wiha dewam kir, "Piştî ku DAIŞ berî niha bi hefteyekê dest bi êrîşan kir, Tirkan ji bo reva mirovan asteng bikin, di navbera DAIŞ û sînor de bên asêkirin pêwîstî dît ku dîwarekî çar metre dirêj çêbike.”

Cerrah diyar kir ku di nav birîndarên ku tedawî dike jin û zilam hene û got, "Jin di her astê de hene: li nuqteyên kontrolê, derdora nexweşxaneyê, li eniyê…”

Bêrês got, "Berdêlên wiha yên însanî mezin in got, "Û mixabin Kurd ne di xema kesî de ne".