DMME: Înkara qirkirina Ermeniyan azadiya ramanê ye

DMME: Înkara qirkirina Ermeniyan azadiya ramanê ye

Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dê rê li ber nîkaşên nû veke  û qedexekirina qirkirina Ermeniyan bê heq dît. Piştî ku serokê giştî yê partiya karkeran Dogû Perînçek di 2005’an de hat mahkûmkirin şûnde, serlêdan kir û  DMME’ê nirxand û got; divê înkara qirkirinê di çarçova mafê azadîyê de bê destgirtin.

DMME’ê li ser qirkirina Ermeniyan yekem car biryarek girêdayi hûkim kir û dadgehê biryar da ku Swîsre hevpeymana mafê mirovan a Ewrupayê ya ku îfade û raman digire bin baveriye xala 10’min binpêkirîye.

Perînçek di sala 2005’an de li Swîsre li bajarê Wînterthur di konferansa hatî lidarxistin de ji ber gotibû “qirkirina Ermanîyan derewek emperyalîst e” ji aliyê dadgeha Lozanê ve bi heceta ‘nijatperestî’ kiriye li beramberi cezayê 90 roj girtîgeh, ji bo her roj 100 Frangê Sived bi giştî 9 hezar Frangê Sivedî cezayê para lê birî bû. Dadgihê ev ceza 2 sal bi paşve xistibû. Dadgeha Swîsrî di hinceta biryara xwe de ‘qirkirina Ermeniya’ wek ‘hêmayek dirokî’ bi nav kiribû.  Perînçek jî 2008’an de serî li DMME’ê dabû.

DMME’ê duh serlêdan nirxand û got: “di mijarên xesas û yên ku pir zêde tên nîqaşkirin de, îfadekirina fîkr û ramanê dikeve azadiya fikr û ramanê. Divê înkarkirina qirkirinê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bê dest girtin.”