DMME’ê dersînorkirina ji bo Îtalyayê zehmet kir
DMME’ê dersînorkirina ji bo Îtalyayê zehmet kir
DMME’ê dersînorkirina ji bo Îtalyayê zehmet kir
Penaberên ji Rojhilata Navîn, Balkan û Bakurê Afrîkayê hatin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo şûnde vegerin Îtalyayê şert û mercên wan gelek hat zehmet kirin.
Bi biryareke ku ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ve hatiye girtin, êdî ji bo Îtalyayê di dersînorkirinan de ji bo 'pêkanîna şert û mercên sereke yên mirovahiyê’ wê li garantiyê bigerin. Biryara DMME’ê roja Sêşemê girtiye de tê gotin ku nelihevkirina penaberan a di navbera YE û Îtalyayê de wê mezin bibe.
Doza ku li Daîreya Mezin a DMME’ê hate dîtin biryar hatibû girtin ku jina ku 6 zarokên wê hene ji bo ji Swêdê şûnde vegere Îtalyayê biryar hatibû girtin. Dadgehê li gorî Peymana Dublîn, biryar dabû ku wê malbatê bişînin welatê ku yekem lê îltîca kiriye û ji bo vê jî divê di bin garantiyê de pêk bê.
Di biryara ku roja Sêşemê hatiye girtin de her çiqas Peymana Dublîn li ber çavan bê girtin jî hat xwestin li gorî 3’emîn xala DMME’ê tevbigerin. Di biryarê de hat gotin ku divê merciyên Îtalya ji bo malbatê avahî û şert û mercên xwedîkirina zarokan ava bikin.
DERSÎNORKIRIN WÊ ZEHMET BE
Bi biryara DMME’ê girtiye re penaberên ku hatine welatên YE’yê ji bo şûnde vegerînin Îtalyayê gelek zehmet bûye. Hat gotin ku ji serê salê 16 hezar penaberî ji Îtalyayê hatine û li Îtalyayê kamp û yurd tenê 9 hezar penaberî digirin. Di encama vê de hat dîtin ku bi hezaran penaber di şert û mercên û zehmet de dijîn.
Beriya biryara DMME’ê ji bo Yewnanîstanê jî dersînorkirin hatibû zehmetkirin. Yewnanîstanê jî nikaribû xizmeta starbûn û tenduristiyê bida penaberan.
Welatên din ên YE’yê jî bi salane Îtalya kirine bin zextên xwe, niha ji ber ku ji bo Îtalyayê dersînorkirin zehmet bûne, bifikarin. Bi deh hezaran kesên ji bo îltîcayê serî li Îtalyayê dane, welatên bakurê YE’yê tercih dikirin. Di serê van welatan de jî Elmanya û Swêd tê.
Her wiha welatên din ên zêde tên tercîhkirin jî Belçîka, Fransa û Malta ye.