DKP/BOG: Em serketina li dijî tecrîdê silav dikin

DKP/BOG serketina li dijî tecrîdê silav kir û diyar kir, "Em ê xeta berxwedanê ya bi hezaran girtiyan ji bo hilweşandina faşîzmê li refên herî pêş ên têkoşînê bidomînin."

Partiya Komunaran a Şoreşger/Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (DKP/BOG), der barê serketina dijî tecrîdê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de 8 cangoriyên ku di berxwedana dijî tecrîdê de çalakiya fedayî kirin hatin bibîrxistin û hate gotin, di têkoşîna xwe de wê xwedî li bîranînên wn derkevin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di serî de girtiyên doza partiya wan girtiyên sosyalîst hemû yên tevlî berxwedana dijî tecrîdê bûn li zindanan xeta berxwedana şoreşgerî ya yekbûyî afirandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, em soz didin çîna karker û gelên bindest ku em ê xeta berxwedanê ya bi hezaran girtiyan ji bo hilweşandina faşîzmê di refên herî pêş ên têkoşîna xwe de bidomînin.