Diyar Xerîb: Em dixwazin projeyekî hevbeş ya gelan çêbikin
Diyar Xerîb: Em dixwazin projeyekî hevbeş ya gelan çêbikin
Diyar Xerîb: Em dixwazin projeyekî hevbeş ya gelan çêbikin
Bi boneya nêzikbûna demê hilbijartinên Parlementeriyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê re Hevserokê Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku, "Armanca me ewe ku em zagonekî demokratîk û yeksan ji bo hemû gelên Başûrê Kurdistanê çêbikin û projeyekî hevbeş ya pêkve jiyanê jî ji bo hemû gelê Iraqê çêbikin."
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb di derbarê sedema 2009'an çima destûr nedan bikevin hibijartinan got: "Di destûrnameyê de diyarkiribû ku ev lîsteye ji aliyê Partiya Çareserî Demokratîk ve tê piştgirî kirin û ev partiye jî nêzîkî PKK’ê ye. Ji ber vê destûr ne hate dayin beşdarî hilbijartinan bibîn.”
Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb di derbarê hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê ev agahî dan ANF’ê:
Sala 2009’ an destûr nedabûn hûn beşdarî hilbijartinan bibin, Sedemê vêna çibû?
“Em li herdû çalakiyên hilbijartinê yên 31-1-2005 û 15-12-2005’an yên perlementoya Kurdistanê tevlî bûn. Wê demê ji aliyê desteya bilind ya hilbijartina ve li mêjoya 13-11-2004’ an de me jimareya 36 wergirt. Lê belê li hilbijartinên 25-7-2009 an de destûr ji bo me ne hate dayîn. Wê demê em bi navê Partî Çareserî Demokrat tevlî nebûn. Me listeyekî serbixwe bi navê Hîwa bi jimareya 10 li dîroka 28-5-2009’an amadekir lê encumenî rêveberiya hilbijartinan destûr neda me. Ew biryare jî ji aliyê wezaret û asayişa giştiya Iraqê ve hate girtin.
Di destûrnameyê de diyarkiribû ku ev lîsteye ji aliyê Partiya Çareserî Demokratîk ve tê piştgirî kirin û ev partiye jî nêzîkî PKK’ê ye. Ji ber vê destûr ne hate dayin beşdarî hilbijartinan bibîn.”
Wezareta asayîşa Iraqê bû sedem ku hûn tevlî hilbijartinan nebûn?
“Bi şêweyekî fermî vê wezaretê astengî danî. Belê desteya hilbijartinan mafê wan ê serbixwe heye ku dikarîn astengî li pêş me rakin. Lê belê ev nekirin. Vê jî ew nîşan dida ku yan komisyon bê îradeye yan jî beşeke li wan kiryarên ne rewa û yasayiye.
Ji ber ku kêşeyek ya me ya yasayî nebû, ji ber destûra yasayî nabe aliyek siyasî beşdarî lê bike. Di heman demê de Hikumeta Herêmê di gelek aliyan de behsa taybetmendiyên xwe dike û behsa wê yekê dike ku, nabe wezareta Iraqê xwe têkilî hemû tiştê herêmê bike, lê girêdayî vê babetê qet helwestek ya wan nebû, ew jî nişan dide ku, wezareta navxweyi ya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi berpirsyartiyên demokrasiyane tevger nake. Ji ber wê jî me di demê xwe de ew aliyane rexne kir.”
Gelo ma we pêwistiyên yasayî didemê xwe de tomar nekirin? helwesta dadgehê çibû?
“Bê gûman hemû pêdiviyên yasayî me tomar kirin, lê dadgehê rola xwe pêkne anî û bi siyasî tevgeriya. Bivê helwestê dadgeh bu hevkarê wan biryarên siyasî yên nerewa ku li dijî me danîbûn.”
Di despêka pêvajoya hilbijartinê de pirsgirêk ji bo we çêkirin û piştre pejirandin û rêdan ku hûn beşdarî hilbijartinê bibin sedemê vê çibû?
“Tiştekî nû nebû, komisyonê ew biryarên pêştir dikir sedem, ji bo doza me û daxwaz dikir ku wezareta navxweyî ya herêmê destûrê bide û astengiyê jibo beşdarkirina me çêneke.Lê Wezareta Navxweyî ya herêmê ev helwest nîşan neda û komisyona hilbijartinê jî ev dikirin hêceta ji bo ne pejirandina doza me. Me gelek hewldan da ku vê babetê çareser bikin, lê belê weke xwe maye û dem jî bi ser da diçû, evê wisa dikir ku em ragihandin û raya giştî agahdar bikin. Herdû aliyan berpirsyarî dîtin divê helwestê de, me wana hişyar kir ku, eger astengiyan derbêxin komisyona hilbijartinê û wezareta navxweyî berpirsyar dibînîn.Piştî vê komisyona hilbijartinê bi erkê xwe rabûn û doza me wergirtin û ligorî zagon û destûrê pejirandin. Ev ji helwestekî rast û yasayîbû ku komisyonê nîşandan.”
Gelo sedema wê biryarê ew bû ku dibêjin hûn nêzîkî PKK‘ê ne?
“Belê her ev biryar bû. Diyare me pêştir jî ev sedemane bi karekî ne rewa didît. Divê pêvajoyê de me destnişankir ku eger di demên borî de nêzîkbûna me li PKK’ê weke tawan hatibe dîtin, ew di roja îro de partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dixwazin nêzîk bin li PKK’ê û xwe nêzîk nîşan didin. Eger li gorî vê nêzîkbûnê be, nabe ku piraniya aliyan beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin. Ji ber ku ji Serok Komarê Iraqê bigre heya Serokê Herêm û Serokê Hikumetê destnişan kirine ku ewan di demên borî de gelek caran bi veşartî peywendî ligel PKK’ê çêkirine û hewldane ji bo çareser kirina doza Kurd li Tirkiye yê. Me qonaxekî girîng derbas kir. Lê em nikarin bêjin wê di Iraqê de hemû tiştî çareser bike. Qet astengiyek din çênabe. Lê her astengî çêbibe emê tekoşîna yasayî û siyasî bikin û hewilbidin ku astengiyan derbaz bikin.”
Hûn dê beşdarî hersê pêvajoyên hilbijartinê bibin? Yan ji hûn dê çawan beşdarî hilbijartina bibin?
“Emê beşdarî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û meclisa bajar bibin. Em niha xwe ji bo wê amade dikin.”
Hûn başdarî hilbijartina Serokatiya Herêmê nabin?
“Me weke Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê berendam nîne ji bo Serokatiya Herêmê. Dema ku ber endamên Serokatiya Herêmê diyar bûn wê demê em dê helwesta xwe diyar bikin.”
Gelo hûn li gel vê yekê ne ku Mesûd Barzanî cara sêyem xwe ji bo serokatiya herêmê destnişan bike?
“Em vê mijarê weke mijarekî takekesî nagirin dest û li gorî me ji wisane ku pêwiste qet kesek û aliyên siyasî wiha temaşe nekin. Divê em vê mijarê weke pêngavekî li tekoşîna demokratîk û bi damezrandina herêma Kurdistanê temaşe bikin. Di vî alî de em rast tir dibînîn ku Serokê Herêmê carek din xwe bi xwe ne hilbijêre. Eger vê helwestê nişan bide hem ji bo xwe, hem jî ji bo herêma Kurdistanê wê bibe pêngavekî demokratîk û pêngavek ji dibe ji bo damezrandina Serokê Herêmê. Di heman demê de ji bo Serokatiya Herêmê ji wê bibe dîrokekî pir bi nirx. Dibe ku li gel xwe gelek pirsgirêkan bîne.”
Hûnê bi tenê beşdarî li hilbijartinê bikin yan ji ligel partî û rêxistinên din hênê hevpeymanê çêkin?
“Em di nava hewildanan de ne ku ligel çend aliyên ku li gorî me başe ligel wan hevpeymanê çêbikin û bi hev re beşdarî bikin. Lê belê eger hevpeyman çênebin em dê bi listeya serbixwe beşdarî bikin.”
Eger hûn bitenê beşdarî li helbijartinê bibin, hûnê bikarin çend kursiyan bi dest bixin?
“Em dikarin serkeftinê bidest bixin. Lê li ser vê mijarê bi axivin ku em dê çend kursî bidest bixin hêj zû ye.
Gelo bernameya we ya serekî çiye ji bo hilbijartinê û ew aliyên ku hûn giringiyê pêdidin çine?
“Em giringiyê didine çêkirina destûrekî demokratîk ji bo herêma Kurdistanê. Bi vê mebestê jî ji bo duristkirina zagonên li gorî pîvanên demokratîk em xebatê dikin. Em li ser vê kar dikin ku parlemento bibe cihê çareserkirina pirsgirêkên herêmê û sazûmaniya welat û demokrasiyê, ne ku bibe cihê kûrbûna pirsgirêkan.”
Di derbarê pirsgirêkên di di navbera Hikumeta Herêmê û Iraqê de qet projeyek ya we heye?
“Em dixwazin projeyekî hevbeş ya gelane ji bo çareserkirina ew pirsgirêkên heyîn çêbikin. Em dikarin bi riya parlementoyê zêdetir li ser vê kar bikin.”
Gelo di vê qonaxa hilbijartinê de bangawaziyên ku nerênî têne kirin bandoriyê xwe li ser yekparebûna Kurdistanê dike?
"Li gorî me wisane ku pêwiste bandoriyên nerênî dirust nekîn. Hemû alî hewil bidin ji bo çêkirina zemînê yekparebûn û rêxistina nava Kurdan de. Ev jî erkê me hemû aliyane. Eger bi cidî kar li ser bikin niha baştirîn derfet hene ku hestekî netewî ava bikin."