Dixwazin ser doza Mûsa Anter bi 'bihurîna demê' bigirin
Dîcle Anter got 18 meh mane ku doz bikeve ber 'bihurîna demê' û diyar kir bi vê hincetê dixwazin ser dozê bigirin.
Dîcle Anter got 18 meh mane ku doz bikeve ber 'bihurîna demê' û diyar kir bi vê hincetê dixwazin ser dozê bigirin.
Dîcle Anter got doza Mûsa Anter, ku danişîna dawî ya dozê 20'ê Çile bû, 18 mehên din wê bikeve ber 'bihurîna demê'. Doza Mûsa Anter ê ku 1992'yan hatibû qetilkirin piştî salek û nîvî dî dikeve ber 'bihurîna demê'.
Kurê Mûsa Anter Dîcler Anter got, ''1992'yan li bavê min reşandin û şehîd bûn, ji wê demê heta 2022'an 30 sal dike. Di vê pêvajoyê de doz çû DMME'yê. DMME'yê ji bo ku ewlehiya Mûsa Anter neparast ceza li Tirkiyê birî . Ji wir ceza xwar û doz dîsa vebû. Dosta dîsa ji nav refan hate derêxistin li Amedê û 30 al bi dest me ket. Di vê demê de gelek şahidê payebilind hatin. Kutlu Savaş, Velî Kuçuk, Mehmet Eymûr, kesên wiha ku di serdema tarî ya Tirkiyê de, karên tarî kirin şahidî kirin.''
Di vê demê de îfadeya herî balkêş Mehmet Eymûr da. Got, ''Ez ê îstîxbaratê me û jixwe ti tiştî nabêjim, lê her tişt li MÎT'ê û Serekerkniyê heye.'' Li gel ku ev aşker egot jî hê jî zor û zehmetiyan derdexin. Îfadeya Abdulkadir Aygan ê li Swêdê nehate standin. Suphan Mete heye, ew jî wiha. Wiha em hatin heta bi van rojan û 18 meh mane, em dixwazin bala raya giştî bikişînin. Hê bi derengî neketî ji bo ku xwedî li dozê derkevin me agahdarî kir.''
Anter got bi domdarî bal kişande ser organîzasyona dewletê û wiha got, ''Îro divê aşkere vê bibêjim, tektîkêş her çendî Kurd be jî, ev cînayet, organîzasyona wê dewletê kiriye. Bi salan ji bo tetîkêş PKK'yî hate gotin lê yekî li xwe mikurhatî nikare bibe PKK'yî, li xwe mikurhatî kesekî di bin kontrola dewleta Tirk de ye. Ez niha ji vir dipirsim li gel ku di dest dewletê de hemû belge hene jî çima aşkere nakin? Em ji wî fermandarî dipirsin ku wê şevê li ser JÎTEM'ê bû, dibêje, wê demê me karê ser masê dikir. Ew dem demên wiha bûn ku JÎTEM'ê komkujiyên mezin li gundan dikirin. Heke bixwazin ji bo wan karê rojekê ye tomarkirina van agahiyan. Ji ber ku dadgeh van agahiyan dixwaze. Mînak me got hete pereyê we nebin ku hûn biçin îfadeya Abdulkadîr Aygan bistînin, em bidin we, lê qebûl nekirin. Kar zehmet dikin. Niyeta wan ew e ku bi bihurîna demê ser dozê bigirin. Tirkiye ne tenê ji bo Kurdan, ji bo rewşenbîrên Tirk jî welatekî wiha ye ku gelek cinayetên kiryar nediyar lê hatine kirin. Ji ber vê di zûtirîn demê de divê ev derkevin holê û ji bo vê jî em banga li raya giştî dikin.''