Di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzanê yê navçeya Lîce ya Amedê dema welatî li dijî avakirina kalekol-qereqolê çalaki pêk anîn, leşkeran gule li wan reşand. Di encama gulebaranê de Medenî Yildirim li cihê bûyerê mir. Rûniştina doza Yildirim ku leşker Adem Çiftçî tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dewam kir.
Ji bo Çîftçî bi îdîaya “Di bin tahrîka neheq de bi zanebûn kuştiye" heta 18 salan ceza jê tê xwestin. Piştî dadgehê der barê Çiftçî de biryara beraatê da, dadgeha îstînafê doz xera kir û rûniştina 2’emîn a dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
Ji ber ku bersûc Çiftçî ji rûniştina dozê hate bêrîkirin, tevlî dozê nebû. Dayika Yildirim Fahriye Yıldırım, xizmên wê û parêzerê malbatê amade bûn. Polîs û leşkeran hundir û derveyî hêwanê dorpêç kirin.. Di rûniştina dozê de xwestin kêmasiyê dosyayê temam bikin.
Dayika Yildirim, Fahriye Yildirim a tevlî dozê bû, diyar kir ku ew ji leşkerê ku bera kurê wê daye û 2 fermandarên ku ferman dane dozdar e û xwest ew jî bên darizandin û cezakirin.
Parêzera malbata Yildirim Prz. Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku hem di danişinê de hem jî di dadgeha îstinafê de berî biryarê û piştî biryarê daxwazên wan hebû. Yalçindag, anî ziman ku ev daxwazên wan pêk nehatin û xwest daxwazên wan ên pêk nehatiye ji n ûve li ber çavan bê girtin û pêk bînin.
Yalçindag, da zanîn ku kuştina Yildirim binpêkirineke mezin a mafên mirovan e û wiha got: "Divê li gorî vî sûcî lêpirsîn bê kirin û ceza bê dayîn. Der barê 2 fermandarên ku ferman dan de lêpirsîn nehat kirin. Divê 2 fermandar jî bên darizandin. Bi mehan e dosyaya raporê nayê aşkerekirin. Gelek dosyayên wekî wê dem di ser re bihurî û ketin. Em bifikar in ku ev dosya jî wiha bibe. ''
Yalçindag, xwest ji bo dadgeha Asliye Ceza ya Lîcê rapora keşfê ya li cihê bûyerê bike, nivîs bê şandin.
Heyeta dadgehê jî ji bo nivisa muzakereya amadekirina rastkirina raporê ji Dadgeha Asliye Ceza re bê şandin, doz taloq kir.