Divê Tirkiye xwe ji şerma girtina rojnamegeran rizgar bibe
Divê Tirkiye xwe ji şerma girtina rojnamegeran rizgar bibe
Divê Tirkiye xwe ji şerma girtina rojnamegeran rizgar bibe
Nûnerên Platforma Rojanemger û Federasyona Rojnamegerên Ewropayê doza çapemeniyê ya KCK’ê temaşe dike. Serokê Federasyona rojnamegerên Ewropayê Arne Konig diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnamegerî gelek zehmete û got luksa me ya wendakirinê tune. Berdevkê GOP’ê Recep Yaşar jî diyar kir ku divê Tirkiye ji şerma girtina rojnamegeran rizgar bibe.
Serokê Federayona Rojnamegerên Ewropayê Arne Konîk û berdevkê Platfoma Azadiya Rojnamegeran (GOP) û endamê Lijneya Rêvebeirya TGC Recep Yaşar ji bo şopandina dozê amade bûn.
Yaşar da zanîn ku ew wekê GOP’ê dê doza hempîşeyên xwe bişopînin û wiha got: “Divê Tirkiye ji şerma girtina rojnamegeran xwe rizgar bike.
Yaşar diyar kir ku di danişîna biryarê ya dê roja înê pêk were de hêviya wan ew e ku di parastina rojnamegeran de pirsgirêk dernekeve û wiha got: “Tirkiye di warê girtina rojnamegaran de têk çûye. Niha Tikriye di rêza 154’emîn de ye. Divê Tirkiye ji vê rewşê derkeve. Divê rojnameger ne girtî bên darizandin. Divê Tikriye ji vê şermê xwe rizgar bike.”
Arne Konig jî diyar kir ku ji roja rojnamegerên kurd hatin girtin heta niha mijdarê dişopînin. Konîg, anî ziman ku ji wê rojê heta niha tu guherînên erenî çênebûn e û wiha got: “Sucdariyên li hemberî pişevanên me pêk tên bi sûcdariyên li cihên din ên cîhanê pêk tên wekî hev in. Heke di dozan de hevdîtinên di navbera Edîtor û nûçegihan de weke delîl ên pêşkêşkirin ev kar nayê kirin. Dema ew vê yekê dibînin li Tirkiyeyê rojnamegerî çîqas zor û zehmet e ez fêm dikim."
Koiîg, bal kişand ser têkoşîna ji bo rojnameger serbest bên berdan û wiha axivî: “Heke hûn li vir têkoşînê winda bikin em jî dê li Ewropa winda bikin. Wê demê hinek kes kîjan nûçe bê weşandin û di televiyonê de kîjan nûçe bê şopandin dê biryarê bide. Em xwedî luksa têkoşînekî wisa girîng winda bikin nîn in. Divê em rêbazên cuda ên têkoşînê peyda bikin." Konîg, bilêv kir ku dê ji Parlementoya Ewropa û wekîlên Ewropa têkildarî mijdarê de piştgiriyê bixwazin.
Serokê TGS'ê Ercan Îpekçî jî diyar kir ku dema dihatin dozê bişopînin pankrata wêneyên rojnamegerên girtî li ser hate destserkirin. Îpekçî, anî ziman ku li gorî biryara 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Sîlîvriyê leşkeran lêgerîn kir û ligel têkildarî pankartê destser bikin tu gotin tuneyî dîsa pankrat destserkirin û bertek nîşanî vê yekê da.
Piştî navberê rûniştin bi xwendina îdîanameyê berdewam dike.