'Divê Tirkiye helwesta xwe li hember êrîşan diyar bike'

'Divê Tirkiye helwesta xwe li hember êrîşan diyar bike'

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Henîfe Hisên got ku divê dewleta Tirk helwesta xwe ji êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ku ji xaka wê êrîş kirin, zelal bike. Hisên da zanîn ku Tirkiye stratejiya xwe li ser hesabên ketina Kobanê  û avakirina herêmeke tampon ava kiriye.

Girêdayî mijara êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê ku ji xaka Tirkiye ve êrîş dikin, Endama Tevgera Civaka Demokraîtk (TEV-DEM) Henîfe Hisên beşdarî Bernameya Taybet a Ronahî TV bû.

Henîfe Hisên diyar kir ku divê Tirkiye li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ji xaka wê êrîşan li dijî Kobanê pêk tînin, zelal bike.

Henîfe Hisên berpirsyartiya êrîşên ku niha li dijî Kobanê pêk tên spart dewlet Tirk û got ku Tirkiye naxwaze Kobanê biser bikeve.

Henîfe Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk stratejiya xwe li bingeha ketina Kobanê û dagirkirina wê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, her wiha avakirina herêmeke tampon bi sînorê Rojava re, ava kiriye.