‘Divê Tirkiye bi qirkirinên pêk anîne rûbirû were’

‘Divê Tirkiye bi qirkirinên pêk anîne rûbirû were’

Konferansa bi navê, “Qirkirin edalet û rûbirûhatin; ji sala 1915’ heta Şengalê ji qirkirinan re na” di roja duyemîn de ye. Rûniştina îro bi navê, “Rûbirûhatin û tecrûbeyên cîhanê” destpê kir. Di axaftinan de ku mînakên cîhanê jî hatin dayîn, hat ragihandin ku pêwîst e Tirkiye bi qirkirinên ku pêk anîne rûbirû were.

Di pêşengiya Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewrûpa (ABDEM) konferansa, “Qirkirin edalet û rûbirûhatin; ji sala 1915’ heta Şengalê ji qirkirinan re na” ku duh li Zanîngeha Kolnê ya Elmanya destpê kir di roja duyemîn de bi rûniştina “Rûbirûhatin û tecrûbeyên cîhanê” dewam kir. Di konferansa ku gelek kes beşdar bûn, Dr. Elmar G.M. Weîtekamp, Ragip Zarakolu, Ozgur  Sevgî Goral û Chrîstîne Martîneau, tecrûbe û xebatên komîsyonên heqîqet û rûbirûhatinê yên li cîhanê vegotin.

‘PÊWÎST E TECRÛBEYÊN AFRÎKAYA BAŞÛR BÊN PÊKANÎN’

Parêzer Vîrgînîe Dûsen ku moderatoriya rûniştinê kir, Dr. Elmar G. M Weîtekamp ê li Başurê Amerîka û li gelek deverên cîhanê qirkirin û heqîqet lêkolîn kirine bal kişand ser avakirina komîsyona qirkirin û heqîqetan.

Dr. Elmar G. M Weîtekamp got, “Welatên ku bi paşeroja xwe re rûbirû neyên çawa be wê rojekê derkeve pêşiya we. Mînak li Îspanyayê dema Franko ti carî nehat lêkolînkirin û pêre rûbirû nehatin.  Timî ser girtin. Niha nû nû lêkolîn dikin, ev jî pirsgirêkan derdixe.”

Weîtekamp bal kişand ser tecrûbeyên komîsyona heqîqetê ya li Afrîkaya Başûr û got, “Ya herî zêde encam girt komîsyona li Afrikaya Başûr bû. Divê ev li gelek deverên cîhanê jî pêk werin.”

Doktor Weîtekamp li ser qirkirinên dewleta Tirk ên li Kurdistanê jî wiha got, “Pêwîst e mirov ji Kurd û Tirkan pirs bike, ‘Hûn darizandineke neteweyî dixwazin, an jî hûn dixwazin di çarçoveya hiqûq de di nav welêt ew doz pêk werin.’”

ERDOGAN QIRKIRINÊ BI NAVEKÎ DIN DIPARÊZE

Ragip Zarakolu jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya qirkirina Ermeniyan. Zarakolu vê mijarê de wiha axivî, “Gelek rojnamevan û rewşenbîrên pirsgirêka Ermenî dinivîsin tên darizandin û tehdîtkirin. Ev kampanyayek bû. Ev pêvajo bi mirina Hrant Dînk derket holê. Îro jî ev qirkirin li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Serokkomar Erdogan jî vê weke qirkirinê îfade nake, îfadeyên bi giştî bikar tîne. Ev jî formûlasyoneke cuda ya ku qirkirinê qebûl dike digire nav xwe.”

TECRÛBEYÊN KAMBOÇYA

Parêzera Fransî Chrîstîne Martîneau di axaftina xwe de behsa tecrûbeyên Kamboçya kir.

'TEVGERA AZADIYA KURD EV TIŞT HEMÛ DERXIST HOLÊ'

Ozgur Sevgî Goral jî got ku li Tirkiyeyê Repertûareke şîdetê a berfireh heye û got, “ Ev tişt bi salan ji aliyê Dewletê ve hat xwestin ku bi zextan bê nixûmandin. Tevgera Azadiya Kurd ev tişt hemû derxist holê.”

Goral diyar kir ku di pêvajoyeke ku her kes bi paşeroja xwe re rûbirû tê, li Tirkiyeyê komkujî û kuştin pêk tên û wiha dewam kir, “Dewleta Tirk dema di salên 1990’an li Şirnexê komkujî pêk dianî rojava û beşek mezin a civakê xwedî van agahiyan bû, lê dengê xwe dernexistin ji ber vê civak parçeyek ji van pêkanînan e.”

‘DÎROKA KURDAN BI KOMKUJIYAN TIJÎ YE’

Star Ebdullah ê ji Afrikaya başûr li ser navê Kurdistan Without Genocide tevlî konferansê bû, behsa dîroka qirkirina Kurdan kir. Ebdullah diyar kir ku dîroka Kurdistanê bi qirkirin û komkujiyan tijî ye û wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê di sala 1863’an de li Kerkûk, di sala 1980’an de komkujiya li ser Kurdên Feylî, di salên 1984, 1987, 1988’an de komkujiyên Helepçe û Enfal pêk hatin. Li vir çekên kîmyewî bikar anîn bi deh hezaran Kurd hatin qetil kirin. Gund û bajar hatin bombekirin. Êşên bê terîf rû dan dîroka me bi komkujiyan tijî ye.”