Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
HDK'ê li Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da.
HDK'ê li Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya şer a AKP'ê da.
Hevberdevkên HDK'ê Tûncel û Kurkçu bang li gelan kirin ku li dijî şer helwestê nîşan bidin û xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, ji bo pêvajoya çareseriyê jî Meclîs bikeve dewrê.
Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertûgrûl Kurkçu û Sehahat Tûncel li buroya HDK'ê ya li Kolana Îstîklalê civîneke çapemeniyê lidar xistin û polîtîkaya şer a AKP'ê nirxandin.
Tûncel da xuyakirin ku li Tirkiyeyê niha pêvajoyeke cidî ya kaos û aloziyê heye û diyar kir ku AKP niha darbeyeke sivîl dike. Tûncel destnîşan kir ku ji holê rakirina vê kaos û aloziyê, wezîfeya herî lezgîn a niha li pêşiya wan e.
Tûncel da zanîn ku berpirsyarê şerê diqewime AKP ye û got, "Mafê kesî nîne bi hêviya aştiyê ya gel bilîze. Berpirsyarê vî şerê îro AKP ye. Gelê Kurd dît ku AKP ne alîgirê çareseriyê ye, alîgirê neçareseriyê ye. Şer dan destpêkirin. Yê ku ev pêvajoya çareseriyê xera kir Erdogan bi xwe û AKP ya bi fermana wî tevdigere ye."
'PÊWÎSTE GEL LI DIJÎ ŞER HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN'
Tûncel nerazîbûn nîşanî terora polîsan a duh li Silopiyayê kir da û got, "Eger hûn di aştiyê de bi israr in, çima we şer xistin dewrê. Ev şer wê me hemûyan bişewitîne. Ne tenê gelê Kurd, divê gelên Tirkiyeyê jî helwestê li hemberî vî şerî nîşan bide. Davûtoglû gelekî bi rehetî dibêje 'em ê zarokên xwe feda bikin'. Ji vir em dipirsin; tu zarokê kê ji bo çi feda dike?"
DAXWAZ
Tûncel pêşniyarên çareseriyê yên HDK'ê ragihand û bang kir ku tavilê li Mutabaqata Dolmabahçeyê vegerin, muzakere destpê bikin, heyet biçin Îmraliyê û Meclîs di pêvajoya çareseriyê de rolê bilîze.
Tûncel bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan û got, "Tecrîd weke amûreke gefê tê bikaranîn. Pirsgirêk ne çûyîna heyeta HDP'ê ji bo Îmraliyê ye, mesele hîn bêhtir bi awayekî aktîf cihgirtina Birêz Ocalan di avakirina aştiyê de ye. Em nûçeyên li ser 'hevdîtina heyeta dewletê bi Birêz Ocalan re' rast nabînin. Ev yek, ji bo rewakirina tecrîdê ye."
Tûncel di dawiya axaftina xwe de ji bo Mîtînga Aştiyê ya sibe saet di 17:00 de li Bazara Gel a Bakirkoyê ji aliyê Bloka Aştiyê ve tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.