‘Divê tavilê derbasî qonaxa duyemîn bibin’

‘Divê tavilê derbasî qonaxa duyemîn bibin’

Ji Heyeta Aqilmendan komek ji rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û nivîsakaran êrişa li Licê şermezar kir û banga berpirsyariyê kir. Endamên heyetê xwestin, qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê tavilê destpê bike û gavê ji bo wê bên avêtin.

Hin endamên heyeta Aqilmendan, êrişa li navçeya Amed Licê, ku leşkeran gule li sivîlên çêkirina qereqolê şermezar dikin reşandibûn û di encamê de mirovekî jiyana xwe ji dest dabû û 10 kes birîndar bûbûn, şermezar kirin. Endamên heyetê da xuyakirin ku di pêvajoya çareseriyê de rûdana provokasyonên bi vî rengî ji mêj ve dihat pêşdîtin û banga berpirsyariyê li herkesî kirin.

Endamên heyetê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku encama ji rapora 7 herêman derketiye holê, daxwaza gel a aştî û demokrasiyê ye û destnîşan kirin ku divê tavilê qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê destpê bike. Endamên heyetê ragihandin ku divê hukûmet destê xwe ji çêkirina qereqol an qalekol ên darbeyê li vîna aştiyê didin, vekişîne û destnîşan kirin ku ev yek rêbazeke şaş e û dikare baweriya bi pêvajoyê re tê bibe.

DIVÊ VÎNA GEL BÊ NASKIRIN

Zubeyde Teker: Nuqteya herî girîng a ji raporên li 7 herêman derkete holê, vîna gel e. Gelê Kurd hîn bêtir demokrasî û aştiya mayinde dixwaze. Gava ev xwest jî bi awayekî asayî dixwaze, gava li herêma wan qereqol, bendav an jî mijareke li ser ewlekarî û xwezayê tê çêkirin, ji wan were pirsîn. Li hemberî karekî jê neyê pirsîn, nerazîbûnê nîşan dide û ev yek jî tê fêmkirin. Ji ber ku difikire ku bêyî vîna wê were girtin, karekî li dijî jiyana wê têkirin. Ev yek jî li nerazîbûna gel rast tê. Divê tişta ji bûyera Licê were fêmkirin jî ev e, bêyî haya û destûra gel, dewlet ketiye nava provokasyonekê. Gel bêyî çekê xwestiye mafên xwe yên demokratîk bikar bîne û gava hewl dida ji bombeyên gazê bireve, mîna provayeke komkujiyê bikin leşkeran gule li gel reşandine. Ji pişt ve li gel xistine û bi tena serê xwe ev yek jî nîşan dide, ku gel ne di êrişê debû. Hukûmet bêyî demê wenda bike, divê vîna aştî û demokrasiyê ya gel nas bike û tavilê derbasî qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriyê bibe. Eger derbasî qonaxa duyemîn nebe, wê ji hemû neyinî û provokasyonan ew berpirsyar be.

DIVÊ TAVILÊ DERBASÎ QONAXA DUYEMÎN BIBIN

Baskin Oran: Ji bo kesên ku ji destpêkê ve pêvajoya aştiyê baş xwendine re, ev yek nebû suprîzek. Ji ber ku Serokwezîr gava dest bi vî karî kir cesaretek mezin nîşan dan, lê piştre ya pêwîst nekir. Li gorî min divê ji qonaxa yekemîn tavilê derbasî qonaxa duyemîn bibin. 24 saet heman piştî qebûlkirina agirbestê re, diviyabû pakêka destê rêveberiyên herêmî xurt dike bihata qebûlkirin. Ji ber ku ev pakêt nehat qebûlkirin. Li gel hemû hewldanên Abdullah Ocalan û BDP'ê, ev bûyer teqiya. Niha divê bêyî dem were wendakirin, derbasî qonaxa duyemîn bibin.

BILA QEYMEQAM Û FERMANDARÊ LEŞKERÎ TAVILÊ JI WEZÎFEYÊ BÊN GIRTIN!

Celalettîn Can: Di civîna navbera Birêz Serokwezîr û Mirovên Aqilmend de, li gel gelekî mijaran me çêkirin qereqol qalekol ên li Dêrsim û tevahiya cografya Kurdan nîqaş kirin. Min bi xwe ji Serokwezîr re got, eger em dibêjin aştî, em dibêjin demokrasî, em bidawîbûna şer dipejirînin, hingî divê qereqolên ji bo şer neyên avakirin. Serokwezîr jî di wê axaftinê de got, "Ev dewlet e, dewlet wê qereqolan çê bike." Raya giştî bi vê axaftina Erdogan hesiya. Başe encama wê çi bû? Pêr li Licê girseya gel a çêkirina qereqolan şermezar dikir, li gulereşandina leşkeran rast hat û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn. Eger Serokwezîr û AK Partî îddîa dikin ku li hemberî pêvajoya aştiyê provokasyon hatiye kirin, hingî divê tavilê qeymeqam û fermandarê li Licê ji wezîfeyê bigire, der heqê leşkerên gule reşandine de lêpirsînê veke û dawî li çêkirina qereqolê bîne. Di rewşeke berovacî de wê samimiyeta wî ya li pêşberî pêvajoya aştiyê bibe mijara nîqaşan û gumanên ji xwe derketine holê, wê mezintir bibin.

Alî Bayramoglû: Eger di pêvajoy aştiyê de, qereqol ji bo parastina sînor jî were avakirin, wê ev yek baweriya bi pêvajoyê re bişkîne. Ev ne rêbazeke rast e. Hestê şer dide mirovan. Divê li gel her tiştî jî pêvajoya aştiyê dewam bike.

DIVÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ JI HOLÊ NEYÊ RAKIRIN

Oral Çalişlar: Beriya her tiştî, ev yek bûyereke gelekî nexweş û mirovan xemgîn dike. Bi dîtina min divê dest ji polîtîkayên rê li ber şer vekin, were berdan. Divê hukûmet jî, aliyê Kurd jî bi fedekarî tevbigerin. Hêvîdarim ku ev bûyer wê mezin nebe. Ev 6 meh in zarokên herdu aliyan namirin. Hêvîdarim bazên herdu aliyan wê nebin serdestên kevokan. Me her tim dan xuyakirin ku di pêvajoyeke bi vî rengî de çêkirina qereqolan şaş e. Me destnîşan kirin ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên li ser bingeha ewlekariyê nameşe. Divê pêvajoya aştiyê ya bi sebir û kedeke mezin ev 6 meh in dewam dike, ji holê neyê rakirin.

EMÊ HETA DAWIYÊ BIBIN ŞOPDARÊN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ!

Kezban Hatemî: Di civîna bi Aqilmendan re, min bi xwe ji Birêz Erdogan mijarên Roboskî, çêkirina qereqolan û xurtkirina pergala cerdevaniyê, pirsî. Erdogan ji min re got, qereqolên nû nayên çêkirin û ev yek dezenformasyone. Erdogan diyar kir ku qereqolên ji TOKÎ re hatine îhalekirin, tên nûnkirin û tevahiya van qereqolan jî li ser sînor in. Di civîna herî dawî de Celalettîn Can heman pirs ji Serokwezîr kir. Serokwezîr jî heman bersiv da. Di pêvajoya çareseriyê de me provokasyonên bi vî rengî berê jî dîtibûn. Ya girîng, divê bi xwînsarî ev provokasyon werin pûçkirin. Ev yek jî bi biryardariya li ser pêvajoya aştiyê dibe. Bila kes nebêje, me rapor pêşkêş kir û karê me qediya. Emê heta dawiyê bibin şopdarên pêvajoya çareseriyê. Rêxistinên civakî yên sivîl û aqilmendên herêmî wê nobedê dewir bigirin û pêvajoya aştiyê wê dewam bike. Ji ku derê tê bila were, divê provokasyonên bi vî rengî neyê wateya qutbûna pêvajoyê.

DIVÊ EM LI GEL MAZLÛMAN, LI DIJÎ ZALIMAN BIN!

Abdûrrahman Dîlîpak: Gava mirov li mafê xwe digerin, mirov li kinc, reng û statuya mirovan nanêrin. Eger li holê neheqiyek hebe, divê teqez hesap jê bê pirsîn. Û eger ji pişt ve mirov hatibin gulereşandin, divê werin cezakirin. Neheqî ji kê hatibe û li kê hatibe kirina bila bê kirin, vê em li gel mazlûman bin û li dijî zaliman derkevin. Dijberên pêvajoya çareseriyê wê her tim xwe bidin der, ya girîng divê xwînsarî û berpisyarî ji holê ranebin û heta dawiyê herkes xwedî li pêvajoyê derkevin.

PÊWÎSTE TAVILÊ GAVÊN DEMOKRATÎK BÊN AVÊTIN

Lale Mansûr: Bûyera li Licê qewimî, ez bûyereke hovane û li dijî mirovahiyê dibînim. Bi rastî ev hovîtiyeke. Divê bala herkesî li ser be, em di pêvajoyeke zehmet de derbas dibin. Divê leşkerên gule li mirovan reşandin tavilê ji wezîfeyê werin girtin û derxînin pêşberî dadgeriyê. Me di civîna dawî de jî mijara qereqolan xistin rojevê û Serokwezîr diyar kir ku qereqolên nû nayên çêkirin, tên nûkirin. Lê belê ev bûyera dawî rû da, bandoreke mezin li me kir. Wer xuyaye em di gumanên xwe yên der heqê qereqolan de mafdar in. Ji bo bûyerên bi vî rengî rû nedin, divê gavên demokratîk ên divê werin avêtin, tavilê bên avêtin. Ji xwe ji 7 herêman ev daxwaz derket holê, hînê li benda çi ne ez fêm nakim.

BÊYÎ XWEDÎDERKETINA TEVAHIYA CIVAKÊ, AŞTÎ NABE

Dogû Ergîl: Ya qewimiye bûyereke xemgîn û hovane ye. Di rewşa heyî de, li Tirkiyê ne ji bo têkûzkirina aştiyê, ji bo dewamkirina rewşa agirbestê hewldan tê dayîn. Bêyî şertên aştiyê werin destnîşankirin û bêyî xwedîderketina civakê li pêvajoya aştiyê, gelo ev rewşa agirbestê wê heta kengî dewam bike. Divê siyaset bibe mîmarê vê pêvajoyê û karkerên wê jî civak bi xwe be. Ji ber vê yekê, ev pêvajoya beşên rêxistinbûyî yên civakê tê de cih nagire û xwedî pîvanan nîne, nê pêvajoya aştiyê pêvajoya agirbestê ye.