"Divê siyaseta demokratîk êdî weke sûç neyê dîtin"

"Divê siyaseta demokratîk êdî weke sûç neyê dîtin"

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku ew berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoya çareseriya demokratîk bi lez bicih tînin û bang li Serokwezîr û hukûmetê kir, ku di çarçoveya sozên dane de gavan biavêjin. Kalkan xwest, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan, bi komên gerîla yên di çarçoveya "Meşa Çareseriya Demokratîk" de ji Bakurê Kurdistanê vekişiyan û gihaştin Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser pêvajoyê nirxandin kir. Di civînê de Endamên Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Bawer Dêrsim û Gulîstan Gulhat, Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Zeynep Efrîn amade bûn. Kalkan bersiv da pirsên gerîla yên li ser pêvajoyê.

"GAVÊN HATIN AVÊTIN, VÎNA ME YA AZAD Û BAWERIYA BI XWE NÎŞANÎ HERKESÎ DAN"

Kalkan di şexê komên nû yên gerîla de "Meşa Çareseriya Demokratîk" silav kir û li ser pêvajoyê bi berfirehî nirxandin kir. Hin beşên axaftina Kalkan weha ye:

"Dîrok, wê girîngiya vê biryarê û gavên bi wêrekî yên ji bo wê hatine avêtin, binivîsîne. Em vî karî, bi biryara xwe, bi vîna xwe û bi hêza xwe dikin. Kî çi dibêje bila bêje, kî çi dike bila bike, em weke tevgera azadiyê, li ser rastiyên xwe tevdigerin. Ev mafê me jî heye. Vîna me ya ji bo bicihanîna vê jî heye. Ji xwe gavên heta roja îro hatine avêtin jî, vîna me ya azad û baweriya me ya bi xwe, nîşanî herkesî daye.

"NÊRÎNÊN NEYÎNÎ YÊN DER HEQÊ PKK'Ê DE WÊ PÛÇ BIBIN"

Bi vê yekê re herkesî dît ku tevgera PKK'ê, tevgera azadiyê ya Kurd çiye û li kîjan astê ye. Vê yekê di heman demê de gotin, helwest û nêrînên gelek kesan ên der heqê PKK'ê de pûç kir. Herkesî dît ku gelek gotin ne rast in û xwedî niyeteke ne baş in. Ji ber vê yekê, em tişta rast dizanin, di pêvajoyê de bi cih tînin. Emê her bicih bînin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku serketin wê bi vî rengî çê bibe."

"SERKETINA PÊVAJOYÊ WÊ TÊKOŞÎNA ME DIYAR BIKE"

Bêguman ev têkoşîneke. Tevî hebûna derfet û firsendên serketinê, xwedî tehlûke û rîskan e. Lewma, serketin wê ji aliyê têkoşîna me ve were diyarkirin. Bêguman têkoşînek bi yekalî nîne. Divê têkoşîn bi gelek aliyan, bi gelek rêbazên dewlemend were meşandin. Li ser bingeha xwe ya 40 salan a têkoşînê, em xwedî wê hunerê ne ku têkoşîneke piralî bidin meşandin.

"DANEYÊN ÇARESERIYÊ YÊN PIRSGIRÊKA KURD DERKETINE HOLÊ"

Pirsgirêka Kurd ji bo Kurdan çareser bûye. Pergala tinekirin û înkarê ya li Kurdistanê dihat ferzkirin, bi her aliyên xwe kifş bûye. Niha herkes rastiya Kurd û Kurdistanê ji 40 sal berê bêtir nas dikin û dibînin. Herkes dibîne ku ev neheqiya li Kurdan hatiye kirin, berdêlên mezin daye gelên herêmê û cîhanê. Pirsgirêka Kurd ji her demê bêtir ketiye rojeva siyasetê. Daneyên wê yên çareseriyê derketine holê. Ji ber ku pirsgirêk û çavkaniyên paşverû yên bûne sedema pirsgirêkê derketine holê.

"BILA NEBIN SÎ, EM TIŞTEKÎ DIN NAXWAZIN"

Têkoşîna siyasî ya demokratîk xwedî taybetmendiyên xweser e. Beriya her tiştî divê pêşî li siyasetê bê vekirin. Pêwîste hemû hêz ji têkoşîna siyasî bi bawer bin û dijwariyê li ser pêvajoya siyasî ferz nekin. Di danûstandinên destpêka sal 2013'an de hukûmetê jî anî ziman, Rêber Apo jî bang kir. Hat gotin, bila çek bêdeng bin, fikir û siyaset biaxive. Hukûmeta AKP'ê ev helwest ji devê Serokwezîr bi xwe gelek caran anî ziman. Bang kirin. Di hevdîtinên li Îmraliyê de bi Rêber Apo re nîqaş kir. Eger ev soz bicih werin anîn, em bawerin ku bi siyaseta demokratîk wê pêvajo bi ser bikeve. Em ji kesî tiştekî naxwazin, xwe naspêrin kesî. Bila ji me re nebîn sî (asteng) em tiştekî din naxwazin.

"DAXWAZIYEKE ME BI TENÊ HEYE"

Bêguman di vê pêvajoyê de daxwaziyeke me bi tenê heye. Bila hukûmet û dewlet bi soza xwe ya 'Bila çek bêdeng bibe, siyaset biaxive' dilsoz be û bicih bîne. Eger ev bicih were anîn, gelê me wê bi pêngaveke mezin vê têkoşîna siyasî û demokratîk li gelemperiya Tirkiye û Rojhilata Navîn belav bike û bibe serketin. Divê bi sozên xwe dilsoz bin. Eger bi sozên xwe dilsoz nebe wê çi bibe? Em naxwazin niha vê bipirsin, nîqaş bikin. Gelo berê ji sozên xwe vegeriyan? Belê gelek caran vegeriyan. Hingî çi bû? Li gorî şert û mercan em tevgeriyan. Niha jî em di her şert û mercî de ji bo têkoşînê amade ne.

"BI BAWERIYA JI HIN DERDORÊN CÛDA, ME DEST BI PÊVAJOYÊ NEKIRIN"

Divê pêvajo, gavên tên avêtin baş werin fêmkirin. Gava me ev pêvajo dan destpêkirin, me xwe nesipart ti kesî. Me li ser hêz û biryara xwe ev pêvajo meşand. Tevahiya cîhanê dît, ku PKK û gelê Kurd di nava yekitiyeke xurt de biryarên Rêber û rêveberiya xwe bicih tînin. Divê baş were fêmkirin. Em milîtanin. Serketin wê bi pratîka me bibe. Ji bo em bicih bînin, divê em berpirsyarî û wezîfeyên xwe baş fêm bikin.

"DARBEYA TINEKIRINA SIYASETA DEMOKRATIK"

Di bin navê KCK'ê de bi dehhezaran girtî hene. Her dozek, xwedî sed, dused girtiyan e. Yên li derve tên darizandin hene. Yên hatine girtin û berdan û lêpirsîna wan dewam dikin hene. Di nava van girtiyan de parlamenter hene, şaredar hene, rêveberên partiyê hene. Mînak partî hat girtin. DTP bû yên ev xebat dimeşand, hat girtin. Hevserokên DTP'ê, parlamenteriya wan hat xistin, qedexeya siyasetê li ser hat danîn. Cezayên wan ne qediyaye. Vana hemû berê tinebûn.

Ev pêvajo di 14'ê Nîsana sala 2009'an de destpê kir. Di 13'ê Nîsana sala 2009'an de weke Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo hilbijartinên 29'ê Adarê yên herêmî bi aramî pêk werin û encamên wê bibe wesîleya çareseriya siyasî û demokratîk, me rewşa bêçalakiyan îlan kirin. Heman rojê Serokê wê demê yê Fermandariya Giştî Îlker Başbûg li merasîma dibistana şer de, mîna bernameyekê behsa şerê psîkolojîk û têkoşîna divê li hemberî Kurdan bê dayîn kir. Rojek piştre di 14'ê Nîsana sala 2009'an de girtina partiyan, xistina parlamenteriyê û girtina mirovan, ku ji aliyê gel ve weke operasyona qirkirina siyasî ê binavkirin, destpê kir. 

Çima bû? Ji ber ku fikir û siyaset dihat zimên. Ev rewşeke nû bû. Wê demê derket holê. Piştî koma aştiyê ya duyemîn ku di 19'ê Cotmehê de çû, hukûmetê ji ber tirsa xwe ya ji pêşwazîkirina gel, zextên xwe giran kir. Operasyonên li dijî gerîla zêde bûn, zextên li hemberî Rêber Apo giran bûn. Rêber Apo ji vê re gotibû darbeya 17'ê Mijdarê. Ev darbeyeke leşkerî bû ya sivîl bû, em nizanin. Ji ber ku rojek berê Serokê Fermandariya Giştî axivî, dest bi vê pêvajoyê kir û hukûmetê jî ev biryar biih anî. Di nav de leşker jî hebû sivîl jî hebû. 

"EGER SOZ WERIN BINPÊKIRIN, PÊVAJO WÊ JI HOLÊ RABE"

Herçend sozên hatine dayîn bicih nehatine anîn jî, soz û biryardarî hat nîşanan. Ji xwe eger li gorî pêvajoyê tevbigerin, wê pêvajo bimeşe. Eger sozên xwe bicin nînin, wê pêvajo ji holê rabe. Eger sibê AKP rabe bêje ezê bi çekê wan tine bikim, hingî soza wan a berê ji holê radibe û p^vajo diqede. Eger welê bike, emê jî gorî vê tevgerin. Ji xwe wê demê AKP wê wenda bike.

"DIVÊ SIYASETA DEMOKRATÎK ÊDÎ NEBE SEDEMA DARIZANDINÊ"

Em niha têdikoşin, ku gelo wê guhertinek çê bibe yan na. Rêberê me bang kir, tevgerê agirbest îlan kir û gerîla ji Bakurê Kurdistanê vedikişin. Ji bo guhertin pêk were, em van gavan diavêjin. Lê hînê guhertin nebûye. Divê aliyê li hemberî me jî gavan biavêje û pêşî li siyaseta demokratîk veke. Pêwîste êdî siyaseta demokratîk nebe sûc û sedema darizandinê. Divê girtî werin berdan, dozên hatine vekirin betal bibin. Divê siyaseta KCK'ê li Kurdistanê êdî ne qedexe be û li gorî vê guhertinên qanûnî bên kirin. Lazime herkes bi nasnameya xwe, Kurd bi Kurdbûn û Kurdî siyasetê bike, xwe bi rêxistin bike. Pêwîste qanûn li gorî vê were guhertin, qanûna têkoşîna li dijî terorê bê rakirin, destûra bingehîn a nû li gorî vê bê amadekirin. Eger guhertinên bi vî rengî werin kirin, wê demê wê siyaset diyarker be. 

"DIVÊ HERKES GAVÊN DIKEVE SER MILÊ XWE BIAVÊJIN"

Zêdekirina hejmara cerdevanan û çêkirina qereqolên nû, ne li gorî pêvajoyê ye. Eger pêşî li van astengiyan neyê girtin, wê di dema pêş de zerarê bidin pêvajoyê. Herçend em weke rêxistin di rewş agirbestê de ne jî operasyon tên kirin. Operasyon ne zêde mezinin. Eger oprasyon werin dorfirehkirin, wê pêvajo berovacî bibe. Ji ber vê yekê divê gavavêtin ne ji aliyekî bi tenê ji herdu aliyan ve tê kirin. Em di vê mijarê de gavên ji me tê xwestin diavêjin, divê herkes berpirsyariyên xwe bicih bîne."