'Divê roja 15'ê Sibatê her kes derkeve kolanan'

'Divê roja 15'ê Sibatê her kes derkeve kolanan'

Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê şermezar kir û bang li hemû kesên alîgirên aştî û demokrasiyê kir ku li hemberî komployê bertekên xwe nîşan bide.

Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz, serokên rêxistinên BDP'ê yên bajarokan, Şaredarê Kertwênê Zekî Kavak, endamên Meclîsa Şaredariyê, nûnerên sendîkayan, MEYA-DER, DOKH, Dayîkên Aştiyê û endamên Meclîsa Jinan a BDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz daxuyanî xwend û bal kişand ser komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat û wiha got: "Armanca vê komployê ew bû ku di navbera gelên li Tirkiyeyê de pevçûnan derbixe. Lê Birêz Ocalan ev komplo vala derxist. Em raman komployê esas digire şermezar dikin. Dijminên gelan bila baş bizanin ku gelên li Tirkiyeyê dijîn dê di nava biratî, demokrasiyê û yekîtiyê de bijîn. Em komploya 15'ê sibatê şermzar dikin."

Kaymaz, bang li hemû kesî kir ku li hemberî 15'ê sibatê bertekên xwe nîşan dibin. Piştî daxuyaniyê slogana "Bimire komploya 15'ê Sibatê" hate berzkirin.