"Divê Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn"

Encamnameya Konferansa Aştî û Demokrasiyê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de banga agirbesta dualî hat kirin û hat xwestin, Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn.

Encamnameya Konferansa Aştî û Demokrasiyê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de banga agirbesta dualî hat kirin û hat xwestin, Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih were anîn. Di encamnameyê de ji bo bûyerên li Cizîrê qewimîn hat gotin, "Cizîrê, li gorî hiqûqa navneteweyî mafê xwe yê xwezayî yê berxwedanê bi kar anî."

Encamnameya Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya duh li Stenbolê bi beşdariya 160 delegeyan civiya, hat aşkerakirin. Di konferansa ku axaftina wê ya vekirinê ji aliyê Rakel Dînk ve hat kirin de, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, dadgerê berê yê DMME û parlamenterê berê yê CHP'ê Riza Turmen û Prof. Dr. Nukhet Sîrman pêşkêşî kirin.

'DIVÊ AGIRBESTA DUALÎ WERE RAGIHANDIN'

Di encamnameyê de hat ragihandin ku pêvajoya şer û pevçûnan bi komkujiya li Pirsûsê re ji nû ve sor bûye û banga agirbesta dualî hat kirin. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku rewşa agirbestê ya di Çileya 2013'an de destpê kir û du sal û nîvan dewam kir ji aliyê beşeke mezin û cuda ya civakê hatiye pejirandin û di hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin meşandin re hêviya aştiyê mezintir bûye. Di dewama encamnameyê de hat gotin, "Di rewşa heyî de meşandina nîqaşê li ser mijara 'kê şer dayedestpêkirin' ji bo rakirina rewşa heyî ya tirsnak, kêrhatî û watedar nîne."

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku rewşa şer bûye sedem ku cihê jine yê di nava civakê de biguhere, di heman demê de rê li ber şewitandina daristanan û xerabûna hevsengiya ekolojîk vekiriye.

'GELÊ CIZÎRÊ LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ MAFÊ XWE YÊ XWEZAYÎ BI KAR ANÎ'

Di encamnameyê de hat bibîrxistin, ku li gorî Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî, parastin û pêkanîna aştî û aramiya nava civakê, wezîfeya sereke ya dewletê ye û bal hat kişandin ser xala 13. a Danezana Santîago ya Neteweyên Yekbûyî di 15'ê Kanûna 1978'an de biryar li ser wê hat dayîn: "Her mirov, bêyî cihêrengiya nîjad, ol, ziman û zayend, bi jidayikbûna xwe re xwedî mafê jiyaneke di nava aştiyê de ye."

Di encamnameyê de hat gotin, "Di çarçoveya ronahiya van pîvanan de em ji dewletê dixwazin ku mafê jiyanê bêyî cihêkariyê bike ji bo hemû welatiyên me bi cih bîne" û ev xal hat destnîşankirin: "Tirkiye, bi înkarkirina wezîfeyên bingehîn ên dewletê û binpêkirina mafên bingehîn ên welatiyan re, nepêkane bê darizandin."

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku li Cizîrê gel li dijî binpêkirinên ji aliyê dewletê ve tê kirin, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de mafê xwe yê berxwedanê yê xwezayî bi kar tîne.

'BILA MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ BI CIH WERE ANÎN'

Di encamnameyê de bal hat kişandin ser êrîşên nîjadperestî yên li hemberî HDP'ê û Kurdan û hat gotin ku ev êrîş bi awayekî plankirî tên meşandin. Di danezanê de banga vegera li Mutabaqa Dolmabahçeyê ya 28'ê Sibatê hat kirin û hat xwestin, ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê rakirin, di nava şert û mercên wekhev de û bi pêkanîna temsîla jinê re muzakere werin meşandin û mutabaqata bi muzakereyê bê destnîşankirin, bi qanûnan were ewlekirin.

Di dawiya encamnameyê de bang li hemû hêzên demokrasî, ked, aştî, rêxistinên civakî yên sivîl, hewldanên welatiyan, rêxistinên demokratîk, rewşenbîr, sendîka, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî, derdorên akademîk û her kesên xwedî wijdan hat kirin ku di çarçoveya van pîvanan de têkoşîneke hevpar bimeşînin.