Divê li dijî dîwarê şermê eniya berxwedanê bê bilindkirin

Divê li dijî dîwarê şermê eniya berxwedanê bê bilindkirin

Komelên Ciwan da zanîn ku divê ciwanên kurd li dijî diwarên şermê ku Tirkiye li sînorê Rojava lê dike, eniya berxwedanê bilind bike û bang kir ku divê li dijî komkujiyên AKP’ê bêdeng nemînin.

Ji aliyê Koordînasyona Komelên Ciwan daxuyaniyek hat dayîn û hate destnîşan kirin ku dewleta tirk li sînorê Rojava dîwarê şermê lê dike û dikeve nava hêviyeke sexta ku dibêje dê xeta şoreşger a Apocî asteng bike.  Komelên ciwan da zanîn ku dîwarên zîndana Amedê li diJî berxwedanê hilweşiya û  ev dîwar jî dê mehkumê hilweşînê bibe û wiha got: “ Hêzên dagiker û mêtînger bi lêkirina dîwaran hewl dide Kurdistanê bikin girtîgeha girtî.  Em ji gel û ciwanên Nisêbîn, Cizîr, Serêkaniyê, Pirsûs û Qoserê dipirsin; Gelo hun vê pêkanîna AKP’ê ya ku hewl didin me li welatê me girtî bide jiyîn, qebûl dikin? Em dê li ber çavên xwe bilindbûna vî dîwarî temaşe dikin. Gelo ma qet ciwanên me yên kurd yên welatparêz nemane ku em vê faşîstiya AKP’ê temaşe dikin. Divê eniya li dijî bilindkirina dîwar bê bilindkirin.

Ev dîwarê şermê dê bi hameleya ciwanên şoreşger yên welatparêz bê hilweşîn û piştgiriya bo Rojava dê wisa bê dayîn.  Dîrokê van dîwarên vî rengî berê Jî dît. Çawa ku li Fîlîstînê ket ber berxwedan gel û li Berlînê li serê kesên înşa dikir hat hilweşandin, li Kurdistanê jî dê li serê hêzên mêtînger bê hilweşandin. Ciwanên Nisêbîn û Cizîrê dê van dîwaran hilweşîne.  Em bang li hemû gelê xwe û ciwanên kurd dikin ku li dijî AKP ya ku li Rojava çeteyan bi ser gelê me de dibe û li Bakur jî  bi dîwarên lê dike hewl dide welat bike girtîgeh,  temaşevan nemînin. Em bang li ciwanên xwe dikiku van dîwaran li serê wan hilweşînin û xwedî li berxwedana Habîbullah ku dîwarên zîndanê hilweşand.

JI BO HEÎBULAH SERSAXÎ

Komelên Ciwan bertek nîşanê darvekirina Habîbulah Gulperîpur da û got: “Berxwedana li Zindana Amedê hat dayîn li zindanên rejîma faşîzan a Îranê jî hat dayîn û  li dijî faşîzmê careke din têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê hatiye ispat kirin. Rejîma îranê li dijî berxwedana bi rumet a ciwanê kurd têk çûye.  Em soza didin ku dê hesabê darvekirina hevalê me Habîbulah Gulperîpur bê pirsîn. Gulperîpur di her bîranîn û têkoşîna me de dê bê bibîranîn. Em ji bo malbat û gelê kurd sersaxiyê dixwazin.”