Divê Kurd jî xwedî mafbin ku nêrînên xwe bînin ziman

Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, diyar kir ku Kurd divê di destûra bingehîn a nû de cihê xwe bigire û got: “Kurd Sûriyeyî ne, weke civakên din xwedî maf in ku nêrînên xwe bîne ziman.”

Nûnerê Taybet ê NY’yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra yê piştî hevpeyvîna li gel Ajansa Nûçeyan a Rûs RIA Novastî yê kirî û şûnde, bersiva pirsên ji Rojnameya Pan-Arap a li Navenda Londonê weşan dike Îbrahîm Hamîd da, destnîşan kir ku divê Kurd di Destûra Bingehîn a nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigire û têkildarî vê mijarê mafê wê heye ku nêrînên xwe bîne ziman.

Li ser pirsa Rojnamevan Hamîd a ‘Kurd li Sûriyeyê di aliyê siyasî û leşkerî de xwedî hêzeke taybet e. Hzêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji aliyê hêzên koalîsyonê yên di bin serokatiya Amarîkayê de tê piştgirîkirin. Dema ku axaftinên têkildarî destûra bingehîn a nû û siberoja Sûriyeyê li ber çavan bigirin, demê wê hatiye ku Kurd jî beşdarî pêvajoya siyasî bibe’ De Mîstûra diyar kir ku hevpeyvîna wî ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Rûs dabû hatiye berovajîkirin û wiha got:

‘DIVÊ KURD JÎ BIBIN XWEDÎ MAF KU NÊRÎNÊN XWE BÎNIN ZIMAN’

“Min di hevpeyvîna xwe ya ji bo ajansa nûçeyan a Rûs kirî gotibû civka Kurd a li Sûriyeyê dijî, divê beşdarî pêvajoya Destûra Bingehîn a nû bibin. Qezdekî min a komekî leşkerî û siyasî nîne. Kurd jî Sûriyeyî ne, weke civakên din ên li Sûriyeyê, di çarçoveya hevdîtinên Destûra Bingehîn a nû de, xwedî maf in ku fikir, daxwaz û nêrînên xwe bînin ziman.”