Divê ji bo Kobanê her kes li ser piyan be

Divê ji bo Kobanê her kes li ser piyan be

Çalakiya greva birçîbûnê ya wekîlên HDP’ê Selma Irmak, Sabahat Tuncel, Kemal Aktaş,  Parlamentera berê ya PE û endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknaz Uca û yek ji nûnerên Ewropa yê PYD’ê Zuhat Kobanê ku li ber Neteweyên Yekbûyî dabûn destpêkirin di roja 7’emîn de bi mîtîngeke girseyî bi dawî bû.

Bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kantona Kobanê wekîlên HDP’ê Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Kemal Aktaş Parlamentera berê ya PE Feleknas Uca,  yek ji nûnerê Ewropa yê PYD’ê Zuhat Kobanê ku li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, di roja heftemîn de bi tevlîbûna sedan welatiyên ji bajarên cuda yên Swîsre hatin ber Navenda NY bi mîtîngekê bi dawî bû.

Danê sibehê nûnerên oldarên Asûrî, Sûryanî û Êzidî, Şaredarê Cenevre Samî Kanaan siyasetmedarên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin û piştgiriya xwe nîşan dan. Kanaan ê di dema serdanê de axivî got ku pêwîst e NY berpirsiyartiyên dikeve ser milê xwe bi cih bîne û di ferqa rewşa lezgîn a Rojava de ne.

Di nava rojê de bi tevlîbûna bi sedan kesên ji bajarên cuda yên Swîsre ku hatin ber navenda NY mîtîngek hat lidarxistin. Siyasetmedaran di mîtîngê de diyar kirin ku dawî li çalakiya xwe ya li ber navenda NY anîne û wê beşdarî çalakiya li ber Parlamentoya Ewropa ya li Strasbourg bibin.

Di mîtîngê de Parlamenter Kemal Aktaş, got ku planên kesên di sedsala 21’emîn de dixwazin careke din Kurdan bi komkujiyê re rû bi rû bihêlin vala hatin derxistin û diyar kir li her deverê cîhanê divê Kurd li ser piyan bin.

EGER LI KOBANÊ KOMKUJÎ PÊK WERE WÊ BERPIRSIYAR TIRKIYE BE’

Piştî Aktaş Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel mafê axaftinê wergirt. Tuncel got ku ger komkujiyek rû bide wê Tirkiye berpirsiyar be û diyar kir ku pêwîst e li her aliyê cîhanê mirov ji bo Kobanê rabin ser piyan. Tuncel got,  “Dibe ku sibe dereng be. Ji îro ve hê aktîftîr divê her kes li qadan be û dengê li Kobanê bigihêne cîhanê.

Em ji vir careke din dubare dikin, eger komkujiyek li Kobanê pêk were em ê di serî de NY û Tirkiye û paşê tevayî hêzên navneteweyî berpirsiyar bibînin.”

DEST JI 3 MEYMÛNAN BERDIN

Piştî Tuncel Parlamentera berê ya PE Feleknas Uca got ku pêwîst e êdî cîhan dest ji lîstika 3 meymûnan berde. Uca anî ziman ku destpêkê Kurd divê her kes li qadan be.

Piştî axaftinan ku siyasetmedarên di greva birçîbûnê de li qada mîtîngê silav dan gel û ji qadê veqetiyan, ji bo çalakiya roja Duşemê ya Strasbourg banga tevlîbûnê hat kirin. Kesên li qadê jî bi dirûşmayan dawî li mîtîngê anîn.