"Divê hukûmeta Swîsreyê piştgiriyê bide Tirkiyeke federal"

"Divê hukûmeta Swîsreyê piştgiriyê bide Tirkiyeke federal"

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (PS) di Asambleya Şandeyan de biryar stend ku ji bo hurmeta ji mafên bingehîn, demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyê, piştgirî ji çalakiyên aştiyane re bê dayîn. PS'ê bang li hukûmeta Swîsreyê kir ku li gel pêvajoya aştiyê bimeşe û destekê bide federalbûyîna Tirkiyê.

Biryara ku ji aliyê komîteya rêveberiyê ve hat pêşkêşkirin, di Asambleya Şandeyan a li Frîbûrgê de hat pejirandin. Di biryarê de bang hat kirin ku Recep Tayyîp Erdogan dawî li "pergala xwe ya zextdar" bînê û bal hat kişandin ser berxwedana Parqa Gezî. Asambleya Şandeyan a PS'ê, ji bo "Hurmeta ji mafên bingehîn, azadî û demokrasiyê yên li Tirkiyê biryar da, piştgiriyê bide têkoşîna aştiyê ya li Tirkiyê."

Asambleyê, dijwariya polîsan ku di encamê de gelek çalakgeran jiyana xwe ji dest dan, bi tundî şermezar kir û got, "Divê ji mafê çalakî û grêvê yê li Tirkiyê, hurmet bê nîşandan."

Asambla PS'ê xwest, mafên çandî, olî û etnîkî yên li Tirkiyê bi destûra bingehîn bên ewlekirin.

PS'ê bang li CHP'ê jî kir ku êdî xwe ji kokên national-kemalîst ên darbekariya Ergenekonê rizgar bike û di serî de gelê Kurd mafê hemû pêkhateyên li Tirkiyê biparêz e."

PS'ê bang li hukûmeta Swîsreyê kir ku polîtîka xwe ya der barê Tirkiyê de li ber çavan derbas bike û ne tenê ji bo berjewendiyan, her weha ji bo piştgirîdayina destûra bingehîn a demokratîk û azad, têkiliyê deyne.

PS'ê bang li hukûmeta Swîsreyê kir ku, li gel hevdîtinên aştiyê yên li Tirkiyê bimeşe û ji bo pergala Tirkiyê veguhere pergaleke federalîst û demokratîk ezmûn û piştgiriya xwe parve bike.