Divê hesasiyetên Kurdan li ber çavan bê girtin
Divê hesasiyetên Kurdan li ber çavan bê girtin
Divê hesasiyetên Kurdan li ber çavan bê girtin
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim di konferanseke ku li Parlamentoya Rûsyayê pêk hat de axivî û diyar kir ku beriya hevdîtinên Cenevreyê behsa xesasiyeta her kesî tê kirin û wiha got: “Hesasiyetên kurdan jî hene. Divê her kes vê li ber çavan bigire.
Salîh Muslim û heyeta li gel wî hevdîtinên xwe yên li Moskovê didomînin. Koneransa ku malovaniya wê Parlamenterê Rûsyayê Mîtrofanov Alekseî Valentînovîç kir, de rewşa Rojava û Sûriyeyê hate dest girtin û her wiha Konferansa Navnetewî ya ku dê di meha pêş de li bajarê Cenevre ya Swîsreyê pêk were hat nîqaşkirin. Di konferansê ligel Muslim, parlamenterên BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan, serokê yekitiya saziyên kurd ya navnetewî Samoyev Mîrabî, serokê Otonomiya Çanda Navnetewî ya Kurd a Moskovê Ferhat Patiyev, nûnerên PYD’ê yê Fransayê Dr. Xalid Îso û endamê KNK’ê û nûnerên kurdan yên Tambov Şamoyev Cemal Catoevîç tevli bûn.
HESASIYETÊ ME JÎ HENE
Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim destpêkê mafê axaftinê girt û da zanîn ku di serî de DYA û gelek hêz di mijara teavlibûna kurdan ya Konferansa Cenevre2 de hesasiyeta Ereban tînin ziman, lê hxesasiyeta kurdan jî heye û divê her kes vê li ber çavan bigire. Muslim da zanîn ku qezenc û geşedanên li Rojava bi hêz û daxwaza gel û her wiha bi fedekirin canê ewladê gelê kurd hatiye bidestxistin. Muslim wiha got: “di pêvajoya niha de gel xwe bi xwe rêve dibe û rêxistin dike. Ereb, ermenî, û gelên din di tevli vê pêvajoya rêxistinbûnê bûne.
HELWESTA TIRKIYÊ NEYÎNIYE
Nûnerên Fransayê yê PYD’ê Dr.Xalid Îsa jî da zanîn ku tevlibûna kurdan ya Cenevre 2’ê şerte û got: “Ger kurd tevli vê konferansê nebin ev konferans tu wateya wê nîne. Helwesta Tirkiyê ya li dijî şoreşa Rojava jî neyîniye û ji bo ku encamên civînê bê qebûlkirin, yekan şens eve ku divê kurd serbixwe bên temsîl kirin.
NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ KURDISTANÊ
Parlamenterê BDP’ê Hasîp Kaplan jî di konferansê de axivî û balkişand ser bêhiqûqiya li dijî kurdên li Tirkiyeyê û wiha got: “Çend roj berê di girtekan de ya li Meclisa Tirk de îfadeya Kurdistan hatibû derbaskirin û li ser vê alozî derxistin. Li Parlamentoya Rûsyayê beyî ku pirsgirêk derkevin diaxivin. Ger em vê li Tirkiyeyê biaxivin, Tirkiye di girtekan de wek ‘zimanê ku nayê zanîn’ derbas dikin.”
Cemal Çatoyevîç ku bi delegasyona Tambov tevli konferansê bû jî di axaftina xwe de cih da serdana xwe ya Rojava. Çatoyevîç tecrubeyên rêxistinbûn û xwebirêvebirina kurdan vegot û got hemû kurdên cîhanê divê piştgiriyê bidin Rojava.
Parlamenterê Rûs Mîtrafanov jî ku civîn pêşkêş dikir, axivêi û balkişand ser wefata Lîderê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela. Mîtrafanov diyar kir ku Mandela demeke dirêj wek terorîst hatiye îlankirin û got dê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wekê Mandele rojekê ji aliyê hemû cîhanê ve qebûlkirin û unvana ku heq dike dê bigire.