Divê girtiyên nexweş werin berdan
Hate xwestin ku girtiyên nexweş Zerdeşt Odûncû û Şerîfe Sûlûkan tavilê werin berdan.
Hate xwestin ku girtiyên nexweş Zerdeşt Odûncû û Şerîfe Sûlûkan tavilê werin berdan.
ENQERE: Înîsîyatîfa Azadî Ji bo Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya 550’emîn de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Şerîfe Sûlûkan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R a Menemenê tê girtin. Daxuyanî li Cadaya Sakaryayê hate dayîn û teksta daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Enqereyê Omer Farûk Yazici ve hate xwendin.
STENBOL: Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Stenbolê, çalakiya xwe ya ‘’Rûniştina F’ê’’ ya 678’emîn li pêşiya bînaya komeleyê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû yê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê tê rehîngirtin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘’Tedawî maf e, nabe ku were astengkirin’’ û ‘’Bila girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû were berdan’’ hatin vekirin û gelek caran dirûşmeyên weke ‘’Bila girtiyên nexweş werin berdan’’ û ‘’Tecrîd dikuje, piştgirî jiyanê dide’’ hatin berzkirin.