'Divê girtî li nexweşxaneyan bên dermankirin'

Maseya krîzê ya ku ji rêxistinên tenduristî û rêxistên mafên mirovan pêk tê ragihandin ku girtiyên çalakiya greva birçîbûnê bidawî kirin divê li nexweşxaneyan werin dermankirin.

Maseyê krîzê ku ji aliyê Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Sendîkaya Kedkarên Sosyal û Tenduristiyê (SES) ve hatî avakirin têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bidawî bûbûn, civîna çapemeniyê lidarxist.

Civîn li Navenda Giştî ya TTB’ê bi beşdarbûna Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, Serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînan Adiyaman, Sekreterê Giştî yê TTB’ê Bulent Nazim Yilmaz, Serokê Odeya Tabiban a Enqere Vedat Bûlût û Sekretera Giştî ya SES’ê Pinar Îçel pêk hat.

Sînan Adiyaman got ku divê nêzikatiyek tibî ya taybet li gel çalakgerên grevên birçîbûnê were kirin.

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Adyiman bi domdarî got; “Ji duh ve nûçeyên ku li hinek cihên Tirkiyeyê pirsgirêk hene em digrin. Ji Enqere, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Edene û Mersînê agahî tên. Piştî agahiyan me pêwîstî bi dayîna daxuyaniyê dît.”

Adiyaman balkişand li ser bandorên nerênî yên ku li ser tenduristiya bedena mirov ya birçîbûna demekê û wiha got; “ji bo tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê baş bibe divê hinek rê û rêbazên dema derbakirer ya xwedîbûnê heye.”

Adiyaman bi domdarî got; “Girtiyên ku li girtîgehan dawî li çalakiya greva birçîbûnê anîn yan naşînin nexweşxaneyan yan jî dema dişînin zoriyan dikêşin. Di dîmenan de xuya dike ku beyî ku girtiyan li nexwşxaneyê razînin dişînin girtîgehan. Agahiyên ku sepandina muayineya bi kelepçê tên. Em dibînin ku Wezareta Edalet û Wezareta Tenduristiyê helwesta wan şandina girtiyên çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo girtîgehan e.”

Adiyaman diyar kir ku divê girtiyan destpêkê bibin li gel hekîmên girtîgehan û piştre sewqên ji bo nexweşxaneyan pêk were. Adiyaman bang li rayedarên Wezareta Edalet û Wezareta Tenduristiyê kirin ku li gorî hiqûqê tev bigerin.

Hevseroka SES’ê Gonul Erden jî got piştî agahiyên ji girtîgehan û bûyerên nerênî weke SES û ÎHD bi Miduryeta Giştî ya Girtîgeha Tevkîf re civiyane. Erden wiha got; “Di hevdîtinê de hate gotin ku wê pirsgirêkan çareser bikin.”

Erden bi domdarî got; “Dema ku mudaxelay rast û bi bandor ya tibî neke em dizanin ku wê jiyana mirov bikeve rîskê û xisara mayînde çêbibe. Agahiyên ku girtî demek dirêj li wesayîtên ring de tên girtin û sepandina muayineya bi kelepçê tên. Muayineya bi kelepçê sûce. Bi taybet divê sewqên nexweşxaneyan bi ambûlansan çêbibe. Li girtîgehên Şakran, Tekîrdga, Patnos û Mersînê agahiyên pirsgirêkan tên.”