‘Divê em di nava pêvajoya ku Ocalan dayî destpêkirin de cih bigirin’

‘Divê em di nava pêvajoya ku Ocalan dayî destpêkirin de cih bigirin’

Pîr Riza Yagmûr di Festîvala Çanda Dêrsim ya li bajarê Frankfurt yê Almanyayê pêkhat axivî û got, pêwîste Elewî di pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin de cih bigirin.

5’mîn Festîvala Çanda Dêrsimê ku li Rebstockpark ya bajarê Frankfurta Almanyayê pêktê du roje didome. Festîvala ku şeva din bi panela ‘Di dorpêça Komkujiyê de Rastiya Dêrsimê’ û ‘Cema Yekgirtî’ destpêkir, di beşa îro de, konên mu hatin vedan, motîfên bawerî û aydê çanda Dêrsimê hatin pêşkêş kirin. festîvala ku ji aliyê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ve hate organîze kirin, nûnerên dezgehên siyasî û baweriyan tevlî bûn, her wiha gelek hunermend jî derketin ser dikê.

‘ELEWÎTÎ RÊYA XWEDÊ YE’

Pîr Riza Yagmûr axaftina vekirina festîvalê kir û da diyarkirin ku baweriya Elewîtiyê rêya xwedê ye. Yagmûr da zanîn ku, “Baweriya me rêya şehîd û xwedê ye. Bi dirêjahiya dîrokê hertim wisan bûye. Ji ber vê çendê em hertim rastî zilm û komkujiyan tên. Ev polîtîkayeke ku hezaran salane li ser me didin meşandin. Lê belê me tu caran dest ji ziman, çand û baweriya xwe berneda. Me her jiyan kir. Ji ber ku em bi van nirxên xwe hene.”

Pîr Riza Yagmûr li ser pêvajoya aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin jî nirxandin kir û wiha got: “Li ser navê Elewiyan gelek rêxistin hene. Lê bimixabin ev rêxistin, niha naveroka Elewîtiyê vala dikin. Li aliyekê nirxên ku 30 sale ciwan li çiyayan tekoşînê didin meşandin û bi xwîna xwe dayîn afirandin hene. Ev nirxane jiyanekî nûye ku li wan xakan şîn dibe. Bingehên vê jî hêdî hêdî têne avêtin. Di nava Mezopoptamya û Anadolûyê de aştiyek pêktê. Ji bo ev pêkbê pêwîste her kes piştgiriyê bide. Di serî de jî pêwîste Elewî piştgiriyê bidin. Ne ku piştevanên vê pêvajoyê bin, pêwîste rêveber û eslê wê bin. Dê wê demê aştiyekî birûmet çêbibe.”

‘PÊWÎSTE ELEWÎ LI HEMBER ZILMÊ BIBIN YEK’

Serokê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) Alî Koyluce jî di axaftina kirî de destnîşan kir ku, pêwîste li hemberî zilmê Elewî bibin yek. Koylucu anî ziman ku, pêvajoya ku Tevgera Azadiya Kurd dayî destpêkirin ji bo ronî kirina Tirkiyeyê dê rolekî pir girîng bileyîze û got: “Ji bo jiyanek aştiyane û birayane pêwîste her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Jiyanekî azad tenê dê bi vê tekoşînê pêkbê.”

Piştî axaftinên hatine kirin, bistranên Denîz Deman, Ozan Zamanî berdewam kir. Her wiha festîval bi xwendina peyam û stranên hunermendan didome...