‘Divê em bi girtiyan re hevdîtinê pêkbînin’

TÎHV, ÎHD, Bloka Aştiyê û Odeya Tabîban a Stenbolê jî tê de gelek saziyan bal birin ser grevên birçîbûnê yên di roja 64’an de hate bidawîkirin û xwesti ku bijîşkên serbixwe biçin hevdîtina girtiyan.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Bloka Aştiyê û Odeya Tabîban a Stenbolê jî tê de gelek saziyên civakî yên sivîl têkildarî bidawîkirina greva birçîbûnê û ji bo destpêkirina diyaloga bi girtiyan re îro li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan daxuyaniya çapemeniyê dan.
Serokê Şaxa Stenbolê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Umît Efe diyar kir ku, divê bijîşkên serbixwe hevdîtinê bi girtiyan re bikin û hay ji çalakiyên girtiyan hebe.
Endama Komîsyona Mafên Mirovan  a Odeya Tabîban a Stenbolê Çagla Seven jî destnîşan kir ku, mafê jiyînê ji bo wan mijareke girîng e û got em ê çalakiyên wan bişopînin. Seven bal bir ser vî tiştî ku, kesên wê biçin hevdîtina girtiyên ku greva birçîbûnê bi dawî kirine divê ji materyalên ji bo grevên birçîbûnê sûdê werbigirin.