'Divê Elewî hîn bêhtir destekê bidin gelê Kurd'
Seroka Navenda Çanda Elewiyan a Goteborgê Melek Sakar diyar kir, êrîşeke gelekî giran li gelê Kurd tê kirin û bang li Elewiyan kir, ku hîn bêhtir destekê bidin gelê Kurd.
Seroka Navenda Çanda Elewiyan a Goteborgê Melek Sakar diyar kir, êrîşeke gelekî giran li gelê Kurd tê kirin û bang li Elewiyan kir, ku hîn bêhtir destekê bidin gelê Kurd.
Sakar bal kişand ser komkujiyên Mereş, Çorûm û Sêwasê û got, "Berpirsyarê van komkujiyan dewlet e. Lê belê dewletê hesabê dîroka xwe neda. Ji ber vê yekê, terora dewletê her dewam kir."
Sakar da xuyakirin, hikûmeta AKP'ê dixwaze penaberên ji Sûriyeyê hatine li herêmên Elewî lê dijîn bi cih bike, bi vî rengî demografiya herêmê biguherîne, Elewiyan sirgûn bike û bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir, ku Elewiyan bi tenê nehêlin û li dijî polîtîkayên AKP'ê destekê bidin berxwedana Elewiyan.
Sakar da zanîn, Mereş ji ber komkujiyên berê herêmeke hesas e û anî ziman, Elewiyên li vê derê neçar man koç bikin û yên mayî jî niha ji cih û warên xwe tên kirin.
'GAVÊN JI BO ELEWIYAN' POLÎTÎKAYEKE MIJÛLKIRINÊ YE
Sakar destnîşan kir, 'gavên ji bo Elewiyan' ên hikûmeta AKP'ê, mîna 'hewldanên' li ser mijarên Kurd û Roman polîtîkayeke mijûlkirinê ye û ragihand, AKP hewl dide van gavan bi xwe diyar bike û Elewiyan neçar bihêle ku di nava sînorên xwe destnîşan kiriye de, tevbigerin.
Sakar işaret bi şewitandin û xerakirina bajarên Kurdan kir û rexne li Elewiyan girt, ku di rewşeke bi vî rengî de destekeke têrker nedane gelê Kurd. Sakar rewşa nerêxistinbûyî ya tevgera Elewiyan weke kêmasiyeke mezin pênase kir.
HDP'Ê DI NAVA ELEWIYAN DE DENG VEDA
Melek Sakar diyar kir, piştî ku rêxistinên Elewiyan beriya hilbijartinê biryar dan bi HDP'ê re tevbigerin, daxwazên Elewiyan zelal bûn û anî ziman, daxwaz û daxuyaniyên HDP'ê yên li ser Elewiyan, di nava girseyên berfireh ên Elewiyan de deng vedan.
EM TEVLÎ KAMPANYA MALBATA BIRA DIBIN
Sakar da xuyakirin, ku ew ji ber pêkanînên hikûmeta AKP'ê bi fikar in û weke Navenda Çanda Elewiyan a Goteborgê bi her awayî piştgiriyê didin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan. Sakar got, "Li Goteborgê em tevî Kurdan beşdarî çalakiyan dibin û dikevin nava hewldanên dîplomatîk. Piştgiriya me ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tevlîbûna li çalakiyan dewam dikin. Em tevlî kampanya malbata bira ya ji bo Sûr, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn û hemû qadên din ên berxwedana xwerêveberiyê dibin. Gel li wir li ber xwe dide û derfetên aboriyê yên dewlet pêşkêşî wan dike, red dike.
Dewleta Tirk ji gelê Kurd re dibêje 'eger tu bibe Kurd û welatê li gorî dilê min, hingî ez ê xanî û avahiyên te yên min hilweşandiye, ji nû ve çêbikim'. Gelê Kurd bi sekneke bi rûmet, vê pêşniyarê red dike. Ji ber vê yekê weke Elewî û çepgirên li Ewopayê dijîn, divê em destekê bidin gelê Kurd. Niha li Goteborgê, zêdeyî 100 malbat malbatên me yên bira ne. Me ev yek tevî Komeleya Jinên Kurd pêk anîn."
HEVGIRTIN Û TÊKOŞÎNEKE HEVPAR ŞERT E
Sakar destnîşan kir, ku li dijî AKP û dewleta Tirk, şert e Elewî û Kurd bibin yek, têkoşîneke hevpar bimeşînin û çalakiyan lidar bixin. Melek Sakar got, "Dem dema bicihanîna vê yekê ye. Em di demeke gelekî zehmet re derbas dibin. Ji bo em sibe nebêjin 'xwezî min ev kiribûya', ji bo sibe neyê gotin 'tu li ku bû?' divê em li dijî komkujiyan derkevin û destekê bidin gelê Kurd."