'Divê çalakger li nexweşxaneyê bên dermankirin'

Serokê SES'ê Şaxê Edeneyê Mûzaffer Yuksel nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rêveberiyên girtîgehan da ku digotin, 'tedawiya girtiyan wê li revîreya girtîgehan bê kirin' û got, tedawiya çalakgeran ne li girtîgehê, divê li nexweşxaneyê bê kirin.

Kedkarên tenduristiyê der barê tedawîkirina çalakgerên greva birçîbûnê de hişyariyên girîng didin. Serokê Şaxê Edeneyê yê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Mûzaffer Yuksel li ser mijarê axivî.

Yuksel ji ber bidawîbûna grevên birçîbûnê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Ji bo xisareke mayinde li tenduristiya çalakgeran nebe pêvajoya ji niha û pê ve gelekî girîng e. Bi tedawiyeke hesas çalakger dikarin bigihêjin tenduristiya xwe ya berê. Divê çalakger di checkupê de bên derbaskirin. Rêjeya madeyên sodyum, potasyum, klor, kalsiyum, magnezyum ên li beden divê baş werin nirxandin. Tevî vê yekê divê testên kezeb, gurçik û dil bêkêmasî bên kirin."

Yuksel anî ziman ku divê çalakger heb û vexwarina di dema çalakiyê de werdigirtin bi rengekî bêkêmasî ji doktoran re bêjin û got, "Divê testên weke vîtamîna B bê kirin û bi bernameyeke rast a diyetê bên xwendîkirin. Tedawî divê li gorî peymana Maltayê be. Bi mûayeneyan re divê girtiyan rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wan li nexweşxaneyan bê kirin. Ji bo çalakger karibin jiyana xwe ya asayî bidomînin, çi pêwîst be divê ew bê kirin. Naxwe şaşitiyeke biçûk dikare çalakgeran seqet bihêle û rê li ber xisarên mayinde li ser bedena wan veke."

Rêveberiyên gelek girtîgehên li herêma Çûkûrovayê ragihandin ku tedawiya çalakgeran wê li revîreyê bê kirin. Yuksel nerazîbûn nîşanî vê daxuyaniyê da û got, "Helwesteke wiha teqez şaş e. Hin girtî zêdeyî 5 meh in di greva birçîbûnê de ne, rewşa wan krîtîk e. Li girtîgehan bi têrkerî kontrol nikare bê kirin. Dibe ku ev yek piştre rê li ber encameke giran veke. Divê girtî bi lezgînî werin mûayenekekirin û pêşî li Sendroma Wernicke Korsakoff û pnomonî were girtin. Beriya her tiştî divê kontrolên laboratûwarî bên kirin. Kontrolên wiha jî li girtîgehan nepêkane ku bên kirin."