'Divê bawermend xwedî li kampanya piştgiriyê derkevin'
Komîteya Baweriyan a KCD-E bi gotina, "Berpirsyariyên me yên exlaqî û wijdanî hene ku divê em wan bi cih bînin" ji bo Kampanya Malbata Bira banga tevlîbûnê kir.
Komîteya Baweriyan a KCD-E bi gotina, "Berpirsyariyên me yên exlaqî û wijdanî hene ku divê em wan bi cih bînin" ji bo Kampanya Malbata Bira banga tevlîbûnê kir.
Komîteya Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) li ser Kampanya Malbata Bira daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Em bang li tevahiya mirovên bi rûmet, oldar, civakên ji baweriyên Elewî, Rêya Heq û Êzidiya dikin ku xwedî li kampanya piştgiriyê derkevin."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêkanînên qirkirinê yên AKP/Qesr li Bakurê Kurdistanê dimeşîne û hat gotin, "Bi plana TOKÎ re dixwazin bajarên Kurdan bikin sergoyê netewe dewletê."
Ji bo pûçkirina xefika AKP'ê bang li her kesî hat kirin ku li her derê xwe bi rêxistin bikin, piştgiriyê bidin û hat gotin, "Em bang li hemû civakên baweriyan ên serî netewandine dikin, ji bo beşdarî Kampanya Malbata Bira ya ji aliyê Heyva Sor ve hatiye destpêkirin."