Divê AKP krediya xwe baş bikarbîne
Divê AKP krediya xwe baş bikarbîne
Divê AKP krediya xwe baş bikarbîne
Ji akademîsyenên ku banga hikûmet ‘pêngavê bavêje’ Alîkar Doç Dr Yoruk got nêzîkatiya hikûmetê pêvajoyê dixetimîne û got: “Hikûmet divê krediya xwe baş binirxîne. Hikûmetê heta niha azmûnek ne baş daye. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê hakemetî navnetewî bê diyar kirin.
Aliyê ji pêşveçûna pêvajoyê bi fikarin, hişyariyên xwe yên bo hikûmetê didomînin. Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, saziyên mafê mirovan û hinek endamê komîsyona aqilmendan hefteya borî der barê mijarê de kampanyayek îmzeyan dan destpêkirin.
Di nava kesên îmze avêtin de Doç Dr Zafer Fehmî Yoruk jî hebû. Yoruk ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku hikûmeta AKP’ê nexşerêya xwe ji rayagiştî re ranegihandiye û ev jî pêvajoyê dixetimîne. Yoruk got nezelaliya pêvajoyê, neparvekirina pêngavana û nexşerê, dê pêvajoyê bixetimîne.
Yoruk wiha got: “Em behsa şerê 30 salî dikin. Rîska vî şerî êdî tu kes nekare rabike. Rojhilata Navîn dikele. Bi taybet Sûriye. Ji ber vê yekê divê tirkiye ji bo aştiya navxweyî, bibe xwedî helwest. Tabloya niha mirovan dike fikaran. Îstîkrarbûn serdeste.”
AKP JI KEVNEŞOPIY BERÊ YA DEWLETÊ RIZGAR NABE
Yoruk got AKP ji kevneşopiya berê ya dewletê rizgar nabe û got: “Ya herî bi xof jî ev e. Ger hikûmeta AKP’ê di çareseriya pirsgirêka kurd de bi rêbazên çareseriyê pêk tîne nêz nebe, teslîmê refleksên xwe yên dewleta berê bibe, dê ev wendahiya herî mezin be. Bi AKP’ê re di vê mijarê de parçebûnek heye.
BILA HAKEM BÊ DIYARKIRIN
Yoruk destnîşan kir ku bi nêzîkatiyên AKP’ê re ne çareserî, xeterî tê dîtin û wiha got: “Hewcedariya pêvajoyê bi ‘hakemekî’ heye. Divê pêvajo bi her alî bê şapoandin. Divê saziyên ji derve hakemiyê bikin hebin. Li Îrlandayê pêvajo ji aliyê komîsyoneke navnetewî hatib3u şopandin. Bi şopandina saziyên navnetewî, DYA û Ewropayê pêk hatibû. Bi qasî ku ez dizanin Tirkiyeyê şopandina navnetewî red kiriye. Lê ya bi xêr ev bû. Lê dîsa jî gelek girînge ku saziyên serbixwe bi statya çavderiya xwe bi raye be û li ser pêvajoyê raporan amade bike. ligel vê bê guman divê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê û komîsyonên wek vê bê avakirin.
Yoruk ji bo pêngavên lezgîn jî got divê benda hilbijartinê bêrakirin û an jî daxistin, perwerdehiya zimanê dayikê bê qanûnîkirin û girtiyên KCK’ê bên berdan.
AKP BILA BIFIKIRE KU DÊ ÇI BERSIVÊ BIDE
Yoruk balkişand ser şert û mercên Îmraliyê û wiha pê de çû: “Li Îmraliyê ji serî de rewşeke bi qanûnên taybet hatiye sererastkirin heye. Li vê giravê kesekî bi vî rengî ev qas dirêj girtin, ne li gorî qanûnên Komara Tirkiyeyê ye. Li Ocalan qanûnên taybet hatiye derxistin. Divê ev bê guhertin.”
Yoruk got divê AKP wendahiya dengan li ber çavan bigire û got fêdeyên pêngavên cesurd dê teqez bigire.
Yoruk wiha dirêjî da axaftin xwe: “Her tim fikara dengan ya AKP’ê nîne, dibe bê samimiyet be. Dibe ku tiştekî wisa jî dixwaze. Plana dawî ya îdeolojîk a vê jî heye. Li Tirkiyeyê hêj bi tu netewperestiya kemalîst re hesabdayîn çênebûye. Partiya Demokrat, qanûna parastina Ataturk derxistibû. Di mijara înkara nasnameya kur de rexneyek nehat kirin, gotinek qanûnî çênebû.”
Yoruk diyar kir ku di nava civakê de bendewariyên ji bo demeke kurd afirandin, bi rîske û got ger ev tiştên tên gotin pêk neyên dê pevçûnan bixwe re bîne.