DÎSK: Navenda pîrozbahiyên 1'ê Gulanê wê Taksîm be
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) da xuyakirin, ku navenda pîrozbahiyên 1'ê Gulanê wê Taksîm be.
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) da xuyakirin, ku navenda pîrozbahiyên 1'ê Gulanê wê Taksîm be.
Desteya Serokatiyê ya DÎSK'e, bi rojeva pîrozbahiyên 1'ê Gulanê roja 11'ê Nîsanê li avahiya navenda giştî civînek lidar xist û encamên vê civînê bi danezanekê eşkere kir. Di danezanê de hat diyar kirin ku Tirkiye di rojên reş û zehmet re derbas dibe û ev tişt hat gotin: "Di pêvajoyeke şer, teror û xeteriyê de hêj zêdetir keda bi mîlyonan kesî tê xwarin û ev rewş her roj xerabtir dibe. Hin kesên ku pêşeroj û desthilatdariya xwe ewle kirine, bêyî ku ti fikaran bijîn her derê welatê me veguherandine qada şewatê."
Di dewama danezanê de hat ragihandin, ku hêzên emperyalîst fitîla gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dane ber agir û rêveberên Tirkiyeyê jî tevlî vî şerê li hemberî gelan bûye. Di danezanê de hat gotin, "Ji bo hêzên emperyalîst bi pêkanînên xwe re rû bi rû nemînin, bi kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin re ketin nava hin bazaran û xwe li hemberî mijara bi hezaran koçberên ku mal û welatên wan hatî hilweşandin bêdeng kirin."
REJÎMEKE YEK ŞEXSÎ AVA KIRIN
Di danezanê de li ser rewşa karkeran jî hat rawestîn û hat gotin, hemû darêz bi kesekî ve hat girêdan û ev kes jî her roj hêj metîngeriya xwe mezin dike û ji ber vê rewşê beşa herî zêde zerarê dibîne jî kedkar û karker in. Di dewama danezanê de wiha hat gotin: "Armanca qedexekirina 1'ê Gulanê Roja Piştgirî û Têkoşîna-Bi hevre, wê zerareke mezin bide alîgirên kedê û wê serdestiya desthilatdariyan bi hêztir bike. Qedexeya li Qada Taksîmê jî êdî bûye sembolekî rejîmê."
Di danezanê de hat gotin ku li Taksîmê 1'ê Gulanê qedexekirin, di heman demê de dîrok, hiqûq û hebûna karkeran tine hesibandin e û banga xwedîderketina li Qada Taksîmê hat kirin. DÎSK'ê herî dawî bang li hemû karker û kedkaran kir ku di bin navê "Piştevanî û Têkoşîna-Bi hevre ji bakur heta başûr, ji rojhilat heta rojava di serî de li Qada Taksîmê û li her derê xwedî li 1'ê Gulanê derkevin û ev tişt hat gotin: "Di serî de KESK, TMMOB û TTB divê hemû beşên civakê bi hêzeke mezin tevlî 1'ê Gulanê bibin."