Di 29'ê Cotmehê de li ser hesabên medya civakî, dîmenên 2 gerîlayên jin ên hatin înfazkirin, hatibûn weşandin. Derket holê kesê ku ev dîmen weşandiye pîlotê Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) Alparslan Tamer Ozdemîr e.
Pîlot Ozdemîr ê li navçeya Şîşlî ya Stenbolê dimîne, bi navê "Celalettîn Ozdemîr" ji hesabê xwe yê medya civakî parve kir. Ozdemîr li hesabê xwe yê medya civakî, di dema agahiyên şexsî de nivîsandiye ku ew li THY dixebite û li şîrketeke taybet jî dersa pîlotbûnê dide. Ozdemîr ku bi xwe ji Sakaryayê ye, her wiha eşkere dike ku bi çi rengî ev dîmen gihîştiye wî.
Di hesabê xwe de Ozdemîr dibêje,"Kekê JOH'î bi rêya whatsappê şand. Min ev ji her derê re şand. Yên di destpêkê de vî dîmenî dibîne, hûn in. Eger hûn li cihekî bibînin, zanibin ku çavkanî ez im. Leşkeran 2 PKK'yî înfaz kir. Êdî efû nîne."
Nayê zanîn ku ev dîmen li ku hatiye kişandin, lê bel hat hînbûn ku ji nûmara "0553 280 6731" a telefonê bi rêya whatsappê ji Ozdemîr re hatiye şandin. Tespît bû ku Ozdemîr jî ev dîmen ji nûmaraya IP 5.47.213.127 a li navçeya Şîşlî ya Stenbolê parve kiriye.
Lînkên Ozdemîr ên li medya civakî ev in:
https://www.facebook.com/Pilot-E%C4%9Fitimi-1422864094643322/
[email protected]
https://www.facebook.com/people/Celalettin-%C3%96zdemir/100006874860929