Yek ji sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, bi dîmenan hat belgekirin. Li hemberî cenazeyên 8 gerîlayên di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, pêkanînên li dijî mirovahiyê tên kirin. Di dîmenên ku li herêma Bêzelê ya Şemzînanê di sala 2008'an de hat kişandin de, polîs, leşker, katîbê edliyê û xebatkarên tenduristiyê îşkenceyê li 8 cenazeyên gerîlayên HPG'ê yên anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê dikin.
Dîmenên derketin holê careke din nîşan dan, ku peymanên navneteweyî ji her alî ve hAtine binpêkirin. AKP a ku bi 'Torosên Spî' gefa salên 90'î li Kurdan dixwe, ji mêj ve dest bi hovîtiya ne kêmî dema 90'î kiriye.
ŞOPÊN ÇEKA KÎMYEWÎ
Herî dawî li Gimgimê, cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat tazîkirin û teşhîrkirin. Li Şirnexê, cenazeyê ciwanê Kurd Haci Lokman Bîrlîk li dû wesayîta zirxî hat kaş kirin. Her wiha di 14'e Mijdarê de li Erdîş Tendurekê, cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê hatin şewitandin û leşkeran li ber cenazeyan govend gerandin. Wêneyên vê yekê di çapemeniyê de hatibûn weşandin.
BÊEXLAQIYA LI HEMBERÎ CENAZEYAN KIŞANDINE
Dîmenên gihiştine Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) nîşan dide ku ev bêexlaqî di her demê de berdewam kiriye. Di dîmenan de cenazeyên 8 gerîlayên HPG'ê xuya dikin. Li gorî agahiyan ev cenazeyên endamên HPG'ê yên di serdagirtina Tabûra Hidûd a Bêzelê de jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên anîna Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê 5 ji wan hatine tazîkirin. Di dîmenan de xuya dike ku texrîbat li cenazeyan hatiye kirin û yekûniya cenazeyan hatiye xerakirin. Her wiha şewitîna beşek cenazeyan jî îhtîmala bikar anîna gazê kîmyewî tîne bîra mirov. Di dîmenên 8 deqe û 12 saniye de ye, dengê leşker û tîmên taybet tê û xuya dike ku beşek dîmenan jî hatiye montajkirin. Leşker û polîsên dixwazin hovîtiya xwe veşêrin, dema cenazeyan ji wesayîtê vediguhezin morgê ji hev re dibêjin ku divê kes nebîne. Li gorî dengên di qeydê de, di navbera polîsê dîmenan dikişîne û leşkerekê de jî li ser kişandina dîmenan nîqaş çêdibe.
CENAZEYAN LI ERDÊ KAŞ DIKN!
Di dîmenan de leşker, polîs û wezîfedarên nexweşxaneyê cenazeyên HPG'yiyan li erdê kaş dikin û ji hewa ve diavêjin ser parçeyek hesin ê ji bo birina cenazeyan anîne. Wezîfedarên dewleta Tirk yek bi yek cenazeyan kaş dikin, wêneyên wan dikişînin û piştre diavêjin ser hevdu. Di vê navberê di dîmenan de xuya dike ku têkildarî cenazeyan henekan jî dikin. Di vê navberê de cih cih dîmen hatine birîn. Cenazeyên gerîlayan bi awayekî tazî diavêjin ser hev û piştre jî dibin nexweşxaneyê. Leşker û polîs yek bi yek por û guhê cenazeyan digirin û wêneyên wan dikişînin û dîmenan digirin. Têkildarî cenazeyên hatine şewitandin jî di dîmenan de leşkerek pirsa, "Ev çima wiha reş bûne?" dike û bersiva, "Tiştek nabe" digire. Cenaze ji ber ku li erdê tên kaşkirin, xwîn ji cenazeyan tên û hesinê kûrevî yê cenaze li ser bi xwînê tijî dibe. Di tevahiya dîmenan de hovîtiya li hemberî cenazeyên Kurdan tê kirin, kêlî kêlî dubare dibe. Hovên ji mirovahiyê para xwe negirtine jî vê bêexlaqiyê wekî rewşek pir normal dibînin û bi henekan hovîtiya xwe derdixin asta lawirtiyê.